Trajediya malbata dayika Emîne

Çîroka dayika Emîne mîna çîrokên bi sedan şêniyên Efrînê ye. Astengdariya kurê wê, li gel nexweşiya hevserê wê û dayika hevserê wê, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê azarên malbatê zêdetir kirin.

Trajediya malbata dayika Emîne
Trajediya malbata dayika Emîne
Trajediya malbata dayika Emîne
Trajediya malbata dayika Emîne
Trajediya malbata dayika Emîne
2 sibat, 2019   10:51

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Êşa çîrokên trajediya civakî yên şêniyên Efrînê bi binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyan re zêde bûn. Êşa çîroka malbata dayika Emîne ji êşa çîrokên din ne kêmtir e. Malbata dayika Emîne ji şêniyên gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ye.

Dayika Emîne ya 51 salî, çîroka azarên malbata xwe yên ku bi nexweşiya hevserê wê beriya 8 salan bi nexweşiya derûnî dest pê dike, ji me re vegotin. Dayikê got 8 sal e hevserê wê nikare kar bike.

Lê dayika Emîne barê xwedîkirina malbata xwe ku ji 3 endaman di nav de kurekî wê yê astengdar û lal, digire ser xwe. Tevî wê jî dayika hevserê wê 110 salî heye. Ew tevahî bi hewcedariya eleqedariyeke taybet in. Dayika Emîne dest bi vegotina çîroka kurê xwe Aras ê 26 salî kir. Dayikê diyar kir ku Aras dema hatiye dinê lal û di mêjiya xwe de astengdar bû.

Dayika Emîne destnîşan kir ku di sala 2017`an de kurê wê Aras ji gund derdikeve û winda dibe, bêyî ku kesek cihê wî zanibe û wiha domand: "Em pir lê geriyan lê me nedît. Piştî me bihîst ku ew ber bi Ezazê ve çûye û çeteyên DAIŞ`ê ew revandine, me têkîlî bi şêniyên Ezazê re çêkir da ku agahiyan bidin me. Lê me tiştek bi dest nexist û heya salekê bi temamî winda bû."

Arasê astengdar jî ji hovîtiya çeteyên Erdogan neflitî

Dayika Emîne çîroka windabûna Aras wiha berdewam kir: "Piştî demekê me hêviya xwe bi vegera Aras qut kir. Lê piştî wê hindek xizmên me agahî dan me û gotin Aras nemiriye û li Helebê di nexweşxaneyekê de ye. Karmendên nexweşxaneyê wêneyên Aras li ser înternetê belav kiribûn, ji ber wê hindek xizmên me ew nas kiribûn. Wê demê birayê wî yê mezin Xelîl Mihemed berê xwe da Helebê û lê geriya heta ku ew di nexweşxaneyekê dît. Rewşa wî ya tenduristiyê gelekî paşde çûbû, şopa îşkenceya hovane li ser laşê wî hebû. Piştî wê me zanî ku çeteyên Tirkiyê bi awayekî hovane Aras îşkence kirine û bedena wî bi rêya xazûqa Osmanî parçe kiribûn, guhên wî bi kêran birîndar kiribûn û ew avêtibûn nav zeviyan nêzî herêmên Şehbayê. Piştî wê yek ji şêniyên herêmê ew biribû nexweşxaneya Helebê."

Piştî derbasbûna zêdetirî 6 mehan ji dermankirinê di nexweşxaneyê de, Aras vedigere cem malbata xwe li Efrînê. Li gorî gotinên dayika Emîne rewşa wî ya derûnî di encama îşkenceya hovane de xirabtir bûye.

Bi destpêkirina êrîşên artêşa Tirk êşa malbata dayika Emîne zêde dibe

Çîroka trajediya malbata dayika Emîne bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê li dijî kantona Efrînê berdewam dibe. Gundê dayika Emîne rastî topbaranê tê, di encamê de neçar dimînin ji gund derkevin û diçin gundê Maşalê yê girêdayî navçeya Şera û li wir du rojan dimînin.

Piştî wê artêşa Tirk a dagirker gund dike hedef û topbaran dike, vê carê malbat berê xwe dide gundê Sînka di heman navçeyê de û paşê diçin navenda bajarê Efrînê. Piştî ku balafirên artêşa Tirk a dagirker bajêr topbaran dikin, malbat tevî şêniyan berê xwe didin kantona Şehbayê û niha li gundê Babnisê bi cih bûne.

Dayika Emîne behsa azarên malbata xwe bi koçberiyê re kir û wiha got: "Ez û kurê xwe Xelîl berpirsên malbatê ne. Rewşa kurê min Aras, nexweşiya hevserê min û dayika hevserê min a 110 salî ne baş in û tevahî bi hewcedariya derman û eleqedariyeke taybet in. Lê bi koçberbûnê re û derfetên kêm re li gel tunebûna bijîşkên derûnî ku çavdêriya rewşa wî bikin û derman bikin, rewşa wî dijwartir dibe. Ev jî zextên li ser me her duyan zêde dikin."

Dayika Emîne destnîşan kir ku Meclisa Kantona Efrînê kehrebe, av û hindek madeyên xwarinê û alîkariyê ji wan re pêşkêş kirine. Her wiha Heyva Sor a Kurd dermanên pêwîst jê re peyda dikin. Lê dermanên hevser û kurê wê Aras nayên peydakirin. Ji aliyekî din ve li kantona Şehbayê ya ku ji tevahiya aliyan ve hatiye dorpêçkirin, tu rêxistinek tenduristî yan jî mirovî tune ye ku alîkariya şêniyan bikin.

Dayika Emîne çîroka xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em û şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê li ber xwe didin, tiştên ku pêwîstiya me pê heye, rizgariya xaka me ji dagirkeriyê û çeteyên wê û vegera me ye."

(şx)

ANHA