Di roja 7`an de greva birçîbûnê ya gelê Mensûra didome

Bi dehan şêniyên bajarokê Mensûra û endamên Meclisa Ciwanên Tebqayê berê xwe da navenda Meclisa Malbatên Şehîdan da ku beşdarî greva birçîbûnê di roja 7`an de bibin û piştgiriya çalakiya Leyla Guven û 230 hevalên wê bikin.

Di roja 7`an de greva birçîbûnê ya gelê Mensûra didome
2 sibat, 2019   11:02

TEBQA

Piştî ku bi dehan şêniyên bajarokê Mensûra û ciwanên Tebqayê li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Betol El-Xilêf ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji yekbûna çarenûs û armancê û dirûşmeya ku bi xwîna şehîdên me, jiyana hevpar û biratiya gelan û di çarçoveya çalakiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û piştgiriya bi hemû têkoşerên li hemû cîhanê ku bi hemû şêwazî têkoşînê didin meşandin da ku bigihîjin maf û azadiya xwe bisitînin.

Em piştgiriya xwe bi parlamenter Leyla Guven re radigihînin û dikevin grevê da ku em biratiya gelan û yekbûna çarenûsê bi hev ve girê bidin, Leylayê biryar da û pêk anî û biryara wê bû derbeya di pişta sîstema desthilatdar a Erdogan de ku neçar ma wê azad berde, lê Leylayê greva xwe ranewestand heta ku daxwazên wê pêk werin. Daxwazên Leylayê daxwazên hemû gelên herêmê ne.

Bijî ji her têkoşereke re ku ji bo pêkanîna armancên xwe, ji bo gelê xwe da ku bigihîjin azadiyê, bijî ji QSD`ê re ku serkeftinan pêk tîne û azadiyê diafirine."

Paşê çalakvanên grevê dirûşmeya "Bikeve Osmanî , em ê faşîzmê hilweşînin" berz kir.

Hêjayî gotinê ye ku şêniyên Tebqayê hefteya çûyî bi serkêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dirûşma "Biratiya gelan dê komployên Tirkiyê bişikîne" dest bi greva birçîbûnê kir. Ji roja yekê heta niha 200 kesî cihê xwe di nava greva de girtiye û kom bi kom grevê didomînin.

(jo)

ANHA