Meclisa Kantona Şehbayê alîkariyê pêşkêşî efrîniyan dike

Meclisa Kantona Şehbayê bi armanca alîkariya aborî û manewî, di aliyê çandinî, aborî û tenduristiyê de alîkariyê dide şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê.

Meclisa Kantona Şehbayê alîkariyê pêşkêşî efrîniyan dike
2 sibat, 2019   10:43

ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê neçar ma ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cih û warê xwe berdin û li kantona Şehbayê bi cih bibin. Rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê ji wê rojê ve, li ruxmî dorpêça li ser Şehbayê jî bi armanca pêşkêşkirina alîkariya aborî û manewî ya ji şêniyan re berdewam dike. Bi vê boneyê gelek projeyên aborî û tenduristî li kantonê peyda kirin.

Meclisê mazot li şêniyan belav kir. Di heman demê de sobe li şêniyên ku nikarin sobeyan ji xwe re bikirin, belav kirin. Her wiha 2 hezar û 400 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin. Nan û av bi nîvê nirx pêşkêşî gel kir.

Meclisê li Til Qirah, Babinis û Um Hoşê navendên teduristiyê vekirin û pê pere xizmet pêşkêşî şêniyan kir.

Meclisê ji bo bilindkirina asta aboriya malbatên hewcedar, ji bo vekirina projeyên biçûk pere bi deyn pêşkêşî şêniyan kir. Heta niha 50 malbatan sûd ji projeyê wergirt.

Her wiha meclisê projeyên çandiniyê danîn. Sbezeyên zivistanê çandin, piştî berhevkirinê bê pere li malbatên hewcedar belav kirin. Tevî wê jî bi rêya peydakirina mazotê piştgirî da cotkaran. Meclisê 4 hezar bermîl mazot bi buhayên guncaw li cotkaran belav kir da ku bikarin zeviyên xwe av bidin.

Girêdayî xebatên meclisê, hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd axivî û wiha got: "Tevî alîkariyên ku em li şêniyan belav dikin, em hewl didin girîngiyê bidin peywendiya bi komînan re û rûniştandina rêgeza neteweya demokratîk, da ku em bikarin civaka xwe di vê pêvajoya dijwar de xilas bikin. Civaka xwe bi rêxistin bikin û bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ava bikin.”

Şêniyê bi navê Mihemed El-Hesen jî ku ji navçeya Fafînê ye, spasiya xebatên meclisê kir.

(şx/bm)

ANHA