Bi Leylayan têkoşîna jinan gerdûnî dibe

Tilîliyên jina berxwedêr bêdengiya tariya şevê bi agirê bedana xwe ronî kir û peyama têkoşînê da. Têkoşîn û çalakiya Leyla Walî Huseyn (Viyan Soran) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi çalakiya hevnava wê Leyla Guven bilind dibe. 

Bi Leylayan têkoşîna jinan gerdûnî dibe
2 sibat, 2019   07:48

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Kurd bi hemû şêwazan li dijî dagirker û desthilatdaran berxwedana xwe berdewam dikin. Bi çekdarî, grevên birçîbûnê û agir berdana canê xwe, li dijî dagirkeran di rûpêlên dîrokê de hatine nivîsandin û tên nivîsandin. Ji Leyla Qasim, Leyla Walî Huseyn (Viyan Soran), Leyla Kaplan (Rewşen), Leyla Şahlemez (Ronahî) heya Leyla Guven… Bi Leylayan têkoşîna jinan gerdûnî dibe.

Wateya navê Leyla bi xetên stûr di dîrokê de tê nivîsandin

Çalakiya Leylayan di dîrokê de pênaseya berxwedan û têkoşînê bi xetên stûr nivîsand.  

Yek ji mînakên jinên çalakvan Leyla Walî Huseyn (Viyan Soran) ku di sala 2006'an de li Heftanînê, li dijî Komploya Navneteweyî  got 'Ez naxwazim careke din di bin pergala Îmraliyê ya tecrîd û îşkenceyê de 15'ê Sibatê bibînim' û agir bi bedena xwe xist.

Ji lêgerîna azadiyê ber bi çiyayan…

Leyla Walî Huseyn bi nasnav Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Viyan Soran ji eşîra Caf e. Aşîrata Caf ji mezintirîn eşîrên li Başûrê Kurdistanê  ye.  Viyan Soran di temenekî ciwan de tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Lêgerînên wê yên jiyaneke azad, wê ber bi rêya têkoşîne ve dibin û di sala 1997’an de bi xwişka xwe re tev li nava refên gerîla dibe. Malbat ji bo Viyan Soran vegerînin malê gelek caran dikevin nava hewldanan. Rayedarên PKK'ê  ji malbatê re dibêjin 'Ne karê me ye. Ev karê vîna azad a keça we ye. Jê bipirsin, heger wê jî xwest, hûn ê pê re vegerin'. Viyan Soran bi malbatê re rûdine û vê bersivê dide malbatê: “Ez bi tu awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”

Piştî demekî li çiya dimîne, li Başûrê Kurdistanê xebatên gel dide meşandin û di sala 2004’an de Viyan Soran di Komîteya Jinûveavakirinê ya PKK’ê de cih digire û wek fermandara YJA Star û HPG’ê derbasî xebatên parastinê dibe.

‘Ez dixwazim bibim yek ji findên li dora girava Îmraliyê’

Viyan Soran li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî hewldanên tasfiyekirina PKK’ê û li dijî hewldanên jibîrbirina esareta Ocalan di sala 2006’an de di şeva ku 1’ê Sibatê de li çiyayê Heftanînê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de bi çalakiyeke dîrokî agir bi bedena xwe xist.

Viyan Soran li ser armanca xwe ya çalakiyê çend nameyên biwate, hest û felsefe li paş xwe hiştin. Ji van nameyan jî nameya yekemîn ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û wiha digot: "Ez dixwazim bibim yek ji findên li dora girava Îmraliyê."

‘Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim’

Viyan Soran di nameya xwe de ji Ocalan re wiha dibêje: "Serokê min; Ji roja ku min navê te bihîst û nas kir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kî me û divê çawa bijîm. Yanî fikr û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de min çi qas zehmetî kişandibe jî, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî nekir. Ji ber ku min tê de hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîn e û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihîje armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekê azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vê bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnekê bidim. Paşê jî tişta ku di dilê min de ye der barê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim."

‘Kêfxweş im, ez ê encameke serkeftî bi dest bixim’

Viyan Soran li ser armanca çalakiya xwe van peyaman dide: " Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîlketina rêber Apo. Komplaya Navneteweyî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistanê bi giştî dest pê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya rêber Apo û gelê Kurd pûç bikin û pir eşkere bangewaziya radestbûn û dest ji rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê rêber Apo, bê bîrdozî û bê vîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çar aliyên cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin, nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên nerewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mêjî û dilên qeşagirtî yên şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahideke ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafên mirovan ên Rojava..."

Ezmûna têkoşînê mîrateyek ji hemû jinan re hişt

Di dawiya nameya xwe de Viyan Soran dibêje çalakiya wê dema xeta berxwedanê ya Leyla Qasim, Zîlan û Semayan e û wiha nameya xwe bi dawî dike: "Ez gelekî kêfxweş im ku tevahiya gelê me û jinên Kurd dê vê peyam, vê çalakiya min bibihîzin. Bimire îxanet, bimire Komploya Navneteweyî!"

Viyan Soran ezmûna têkoşînê û evîndariya azadiyê wek mîrateyekê ji hemû jinan re hişt û wiha got: “Heya kesek jî bimîne wê felsefe û xeta we ya jiyanê her bijî û bi ser bikeve.”

Berxwedana Leylayan berdewam e

Viyanê, bi agirê bedena xwe, banga parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilindkirina çalakî û têkoşînê da.

Hevnava Leyla Walî Hûseyn (Viyan Soran) hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven peyama têkoşîna jinên berxwedêr bi çalakiya greva birçîbûnê bilind dike. Leyla Guven wiha dibejê: “Tu caran min ev komplo û pergala îşkenceyê bi mêjî û dilê xwe neda qebûlkirin û ez ê qebûl nekim’ û bi van gotinan yek armanc, bi hezaran pêşengan pênase dike.

‘Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin’

Çawa Viyan Soran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekir û di 7’emîn salvegera komployê de agir bi bedena xwe xist, îro jî Leyla Guven li dijî tecrîdê bi çalakiya greva birçîbûnê têkoşînê geş dike û van peyaman dide: “Ev gelê berxwedêr, jinên dildarê azadî û demokrasiyê, ciwan, bi rista ku ji Dehaq û vir ve li dijî yên zalim radibin, careke dî jî wê bi vê rista xwe rabin û berdêla wê çi dibe bila bibe, bi ser bikevin. Bi bawerî û vîna xwe em ê  dawiya vê berxwedana xwe bigihînin serfiraziyê. Ez  diyar dikim, rasteqîniya jiyana ku di ber de bimirim hildimijim û ez di qonaxake wiha de me ku bi dilxweşî di vê rêyê de mirinê dikarim hembêz bikim.”

Ji Leyla Qasim, Leyla Walî Hûseyn (Viyan Soran) Leyla Kaplan (Rewşen), Leyla Şahlemez (Ronahî) heya Leyla Guvenan… Di sekn û xeta Leylayan de helbesta Cegerxwîn ku ji bo Leyla Qasim nivîsandibû tê bîra mirov…

“Leyla
Şêr, şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi dest, Leyla min e
Polaye dil wek asin e

Leyla kî ye?
Leyla jin e.
Leyla min e.
Leyla min e…

Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ko canfida
Xweş bin ji te jar û geda

Leyla kî ye?
Leyla jin e.
Leyla min e.
Leyla min e…

Divêm li pey te bêm e jî
Çi’b kim bi vê jîna rijî ?
Xwînê nerêjî napijî
Leyla bijî, Leyla bijî !”

Wekî ku Cegerxwîn dibêje; wê Leylayên serhilder her tim bijîn û di rûpelên zêrîn de cih bigirin.

(bm)

ANHA