Jinên Dirbêsiyê: Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd in

Jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku Leyla Guven bi rêya berxwedan û israra xwe li dijî dewleta Tirk vîna jinên azad îsbat kir û wiha got: "Daxwazên wê daxwazên gelê Kurd in."

Jinên Dirbêsiyê: Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd in
2 sibat, 2019   07:58

HESEKÊ

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemergê, Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 87 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Girêdayî mijarê jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku Leyla Guven vîna jinên azad e ku teslîmkariyê ji planên dagirkeriyê qebûl nake.

Jina bi navê Hindiyê Bekir binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê girtiyên siyasî de şermezar kir û wiha got: "Berxwedana Leyla Guven berxwedaneke dîrokî ye û hêz û vîna jinên azad îsbat dike.”

Hindiyê Bekir destnîşan kir ku tevahiya cîhanê piştgiriya Leyla Guven a ku serî netewand û greva xwe heta ku piştî serbestberdanê berdewam kir, dike.

Jina bi navê Emel Şemo piştgiriya xwe bi çalakiya Leyla Guven re anî ziman û wiha got: "Berxwedana Leyla Guven, serkeftina li dijî  dewleta Tirk e."

Emel Şemo diyar kir ku ew wek jinên navçeya Dirbêsiyê di çalakiyên xwe yên piştgiriya Leyla Guven de heya rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in. Di dawiya gotinên xwe de Emel Şemo diyar kir ku jin li tevahiya cîhanê ji bo rakirina tecrîdê wê her tiştî bikin.

Her wiha jina bi navê Edle Misto got Leyla Guven çalakiya xwe ji zêdetirî 80 rojan ve didomîne û berxwedana wê bersiva herî mezin e li ser dewleta Tirk a faşîst. Edle Misto bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku daxwazên Leyla Guven di ber çavan re derbas bikin, ji ber ku daxwazên wê rewa ne û daxwazên wê daxwazên gelê Kurd in.

(şx)

ANHA