Li Reqayê 256 komînên jinan

Rêveberiya Jinan a Reqayê 256 komîn û 13 meclisên jinan ava kirine. Meclis û komîn wekî lêvegera sereke ya hemû jinan in ku wan bi rêxistin dikin û pirsgirêkên wan çareser dikin.

Li Reqayê 256 komînên jinan
2 sibat, 2019   07:27

REQA

Komîn şaneya herî biçûk a avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê de ye. Komîn ji gelek komîteyan pêk tê. Komîte ev in; lihevanîn, perwerde, parastin, xizmetguzarî û tenduristî.

Komînên jinan jî xwedî girîngiyeke wiha ne ku  jinan bi rêxistin dikin, perwerde dikin û pirsgirêkên wan çareser dikin.

Li herêma Reqayê di dema dagirkirina çeteyan de, jin ji hemû mafên xwe bê par hatibûn hiştin û wekî meta dihatin bikaranîn û li bazaran dihatin firotin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve, bi pêşengiya jinan gavên ber bi birêxistinkirina jinan ve hatin avêtin. Jin li taxan di nava komîn û meclisên taybet ên jinan de hatin birêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de heta niha li bajêr û gundewarên Reqayê 256 komîn û 13 meclisên jinan hatin avakirin.

Têkildarî xebatên komîn  û meclisên jinan, Rêvebera Meclisa Taxa Rimêla Emanî Sefarî destnîşan kir ku ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê û vegera şêniyan ve wan dest birêxistinkirina jinan kir û jin di nava komîn û meclisan de bi rêxistin kirine.

Emanî diyar kir ku her komînek ji hevserok û endamên komîteyan pêk tê û wiha domand: "Em hewl didin rola jinan di hemû qadên jiyanê de aktîf bikin. Komîn bingeha sereke ya avakirina civakeke azad û demokratîk e, komînên taybet ên jinan girêdayî birêxistinkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan e. Komîn li meclisê vedigere û meclis jî li Rêveberiya Jinan a Reqayê vedigere ku lêvegera sereke ya hemû jinên Reqayê ye."

Rîhab El-Cûma ji jinên bajarê Reqayê ye, spasiya Rêveberiya Jinan kir ku meclis ava kir û derferên kar ji wan re peyda dike.

ANHA