Mamosteyên Kobanê jî piştgirî da çalakiya Leyla Guven

Mamosteyên kantona Kobanê çalakiya Leyla Guven pîroz kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Mamosteyên Kobanê jî piştgirî da çalakiya Leyla Guven
2 sibat, 2019   07:01

 ŞÊRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Di 15`ê Sibata 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin. Rejîma AKP`ê ev çend sal e tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye û nahêle parêzerên Ocalan muwekîlê xwe bibînin.

Ji bo azadî û rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan, parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven kete greva birçîbûnê.

Mamosteyên kantona Kobanê têkildarî mijarê axivîn û  tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û çalakiya Leyla Guven silav kir.

Mamosteyê Dibistana Şehîd Hogir, Mistefa Salih got çalakiya Leyla Guven wek şoreşekê ye û wiha dewam kir: “Em wek gelê Kurd piştgiriyê didin çalakiya Leylayê û li ser rêya wê ne. Em dixwazin serokê me azad bibe. Mirovekî xwediyê fikra azad nabe girtiyê zindanan."

Her wiha mamosteya wêje û zimanê kurdî Xedîca Îsa diyar kir ku divê hemû jinên Kurd dengê xwe bilind bikin û Ocalan azad bikin û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze me ji serokê me qut bike, lê fikra serok di nava me de ye. Dewleta Tirk her ku jineke behsa azadiyê dike wê jinê dike armanca xwe, lê Leyla Guven jineke berxwedêr e."

Ji aliyê xwe ve mamosteya Dibistana Şehîd Azad, Edile Elîoxlo çalakiya Leyla Guven silav kir û wiha got: "Ev îro 86 roj e Leyla di  grava birçîbûnê de ye. Serok Apo dixwest jinan azad bike, îro jin bi hemû çalakiyên xwe dixwazin rêber Apo azad bibe."

ANHA