3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Dêrikê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Rêveberên nû yên rêxistinê hatin hilbijartin.

3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin
3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin
3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin
3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin
3. Kongreya PYD‘ê ya Dêrikê hate lidarxistin
1 sibat, 2019   17:51

QAMIŞLO

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Dêrikê kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin" li Hola Baradayis a navçeyê li dar xistin.

Kongrê bi beşdarbûna 650 delegeyên partiyê û hejmarek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen ve hate kirin.

Şahoz Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û rewşa siyasî bi kurtasî nirxand.

Hesen got, "Rewşa Sûriyê mîna berê nîne, ji ber ku piraniya bajar bi temamî rûxiyan e û bûye meydana şerê dewletên herêmî û cîhanî, hemû ji bo parvekirina xaka Sûriyê şer dikin, ev rastiyeke herkes dizane."

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku zihniyeta rêjîmê hîn jî neguheriye û demokrasiyê qebûl nake û got, "Rêjîma Sûriyê xeyal dike ku bi destekdayîna Rûsya karibe serweriya xwe li ser xaka Sûriyê vegerîne. Ev zihniyeta ku rêjîm pê difikire çareserkirina aloziyê asteng dike."

Hesen di nava axaftinên xwe bal kişand ser planên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê û destnîşan kir ku armanc dike ku herêmê bixe bin serweriya xwe û siyasetên xwe li herêmê pêk bîne.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî "Wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk ji me tê xwestin em têkoşîn û rêxistina xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a ku ji nejadperest, mezhebperest û netewperest dûr e xurttir bikin. Li ser vê esasê em ê Efrînê rizgar bikin û derbasî pêvajoyeke nû bibin."

Her wiha bi navê Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan kongrê hate pîrozkirin û serkeftin jê re hate xwestin.

Piştî axaftinan ji bo rêveberkirina kongrê 5 endamên hatin hilbijartin. Paşê jî rapora salane ya xebatên partiyê li navçeyê hatin xwendin û ji aliyê beşdaran ve nirxandin hatin kirin.

Di dawiya kongrê de dengdan pêk hat, di encamê de 12 wekî rêveberên nû yên rêxistina PYD‘ê ya navçeya Dêrikê hatin hilbijartin. Endamên nû sond xwarin.

ANHA