Greva birçîbûnê ya Tebqayê du roj din hate dirêjkirin

Greva birçîbûnê ya 150 welatiyên herêma Tebqayê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatiye destpêkirin di roja 6‘an de berdewam e.

Greva birçîbûnê ya Tebqayê du roj din hate dirêjkirin
Greva birçîbûnê ya Tebqayê du roj din hate dirêjkirin
Greva birçîbûnê ya Tebqayê du roj din hate dirêjkirin
Greva birçîbûnê ya Tebqayê du roj din hate dirêjkirin
1 sibat, 2019   18:10

TEBQA

Greva birçîbûnê ya li herêma Tebqayê ku bi dirûşma "Biratiya gelan dê komployên faşîzmaya Tirkiyê têk bibe" ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatiye destpêkirin di roja 6‘an de ye. Diviya bû ku greve îro bi dawî bibayê ji ber daxwazên şêniyên a beşdarbûna grevê çalakî du roj din hate dirêjkirin.

Greve birçîbûnê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Wekîla HDP‘ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven hatiye lidarxistin di roja 6‘an de berdewam e.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê, nûnerên ji Komîteya Hundirîn, Komîteya Jin, Çand û Huner Karûbarên Civakî û Komîteya Malbatên Şehîdan serdana çalakgeran kirin.

Beşdaran greva birçîbûnê pîroz kirin û anîn ziman ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yekîtiya gelên herêmên li hemberî planên Osmanî îsbat kir.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El-Elaya axivî û çalkgerên grevê wekî "Sembolên berxwedanê" bi nav kir û wiha anî ziman:  "Hûn in ên ku piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven da ku dengê bighînin cîhanê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî faşîzmaya ku gefan li armaniya herêmên me dixwe, bedenek e."

Piştî axaftinan, fîlmeke li ser berxwedana Leyla Guven û hevalên wê hate pêşandan.

Di dawiyê de dirûşmeyên "Em hemû Leyla Guven in, ji faşîm û dîktatoriyê re êdî bes e" hatin berzkirin.

ANHA