Ciwanên Aşîtiya Demokrat bang li ciwanan kir ku beşedarî însiyatîfa KNK‘ê bibin

Destaya Ciwanên Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê banga li hemû ciwanên Kurd kir ku beşdarî însiyatîfa KNK‘ê bibin û dengê xwe li hemberî dijminan bikin yek.

Ciwanên Aşîtiya Demokrat bang li ciwanan kir ku beşedarî însiyatîfa KNK‘ê bibin
1 sibat, 2019   17:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Destaya Ciwanên Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê daxuyaniyeke weşand û bang li hemû ciwnan kir ku li hemberî gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser herêmê beşdarî însyatîfa KNK‘ê bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

"Wek hûn dizanin ku Rojavayê Kurdistanê di rewşek nebaş de derbas dibe, gefxwarinên dewleta Tirk a dagirkar li dijî Rojhilatê Firatê berdewam in, her wiha binpêkirina wî û çeteyên girêdayî wî li Efrînê ji girtin, revandin, dizî, talankirin jî bê navber berdewam in. Li aliyekî din jî hema bêje rojane şer û teqîn li nav sivîlan çêdibin û hertim sivîlên Efrînê dibin qurbanî.

Li dijî van kiryarên hovane yekbûna rêza Kurdî li Rojava girîng e ta ku em bikaribin li hemberî hemû vefxwernên dijminan biskinin û bersîva wan bidin

Herî dawî însîyatîfa KNK‘ê hate ragihandin û banga yekîtiya gelê Kurd kir.

Wekî ciwanên Partiya Aştiya Demokrat ya Kurdistanî banga li hemû ciwanên Kurd dikin ku beşdarî însiyatîfa KNK‘ê bibin û dengê xwe li hemberî dijminan bikin yek û nehêlin tu kes fitne û xerabiya li navberî gelê Kurd de derxîne.

Her wiha em binpêkirina dewleta Tirk li Efrînê û Rojava bi tundî şermezar dikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina yekîtiya gelê Kurd  bi dawî bû.

ANHA