Koçberên li Minbicê naxwazin vegerin warê xwe yê dagirkirî

Ji herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin 7 hezar û 423 malbat ji ber zilm û kiryarên artêşa dagirker û çeteyên wê, xwe spart Minbica ewle û ji ber bêaramiya li herêmên wan naxwazin vegerin.

Koçberên li Minbicê naxwazin vegerin warê xwe yê dagirkirî
Koçberên li Minbicê naxwazin vegerin warê xwe yê dagirkirî
Koçberên li Minbicê naxwazin vegerin warê xwe yê dagirkirî
Koçberên li Minbicê naxwazin vegerin warê xwe yê dagirkirî
1 sibat, 2019   07:19

ŞÎLAN MIHEMED – SELWA ABDULREMAN / MINBC

Piştî rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di 15‘ê Tebaxa 2016‘an bajarê Minbicê veguherî herêmeke ewle û aram û bû meqseda bi hezaran koçberan. Nexasim koçberên ji herêmên di bin dagirkeriya leşker û çeteyên dewleta Tirk de, herêmên ku şer lê rû dane, berê xwe da herêma Minbicê. Koçberên xwe li Minbicê girtine ji Cerablus, hin deverên Şehbayê, Xendûra, Bab, Tadif, Soran Ebû Cebar, Raî, Qebasîn, Ezaz, Seco, Îxtirîn, Mari, Til Rifet, Fafîn, Til Eran û Til Hasil û hin deverên dîtir in.

Hejmara malbatên li Minbicê niha 7 hezar û 423 hezar e. Hin ji wan xwe li bajarê Minbicê girtin û hinek din jî li navçeya Ebû Qelqel, Bendava Tişrîn, Erîma û gundên derdora wê, her wiha hin malbat jî li kampên bêserûber ên derdora bajêr dimînin.

Bi armanca bicihanîna pêwîstiyên koçberan 7‘ê Cotmeha 2018‘an komîteyek ji koçberan bi xwe hate avakirin.

Ji rêveberên komîteyê Ebdulhenan Hisên li ser vegera koçberan li warê xwe ev tişt got: "Ji ber rewşa li herêmên wan ên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne ewle ye û Minbic jî niha herêma herî ewle ye. Li ser vê yekê koçber berê xwe didin vir."

Ebdulhenan Hisên anî ziman ku li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, revandin, talankirin, kuştin û revandina jinan û destdirêjî têne kirin, lewre koçber niha nikarin biçin cihê xwe.

Hisên di berdewama axaftina xwe de got: "Tu kes Tirkiyê û çeteyên wê li vir naxwaze, em hemû ji ber kiryarên wan reviyane, Minbic aram e, lê dagirkeriya Tirkiyê gefa dagirkirinê dixwe, dixwaze herêmên  ewle veguherîne xirabî û aloziyê."

Koçberê bi navê Samir Îbrahîm Şêx Îsa ji bajarê Cerablusê yê hatiye dagirkirin û endamê Komîteya Koçberan e, wiha dibêje: "Ji ber kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê em nikarin bi aramî li bajarê xwe bijîn, ji bo vê jî em hatin Minbicê ji ber ku li vir aramî heye. Hin astengî hene em dikişînin, jê rêxistinên mirovî alîkariyê naşînin, alîkariyên ji aliyê saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê ve têne şandin têra me nakin."

Şêx Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî astengiyan jî em dixwazin li vir bin, naxwazin vegerin warê xwe ku hatiye dagirkirin. Hemû koçber ji gefên Tirkiyê ditirsin û şermezar dikin. Em ê vegerin herêmê xwe lê heta were rizgarkirin."

ANHA