‘Hîn bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ`ê de ne’

Jinên Êzîdê yên ku ji destê DAIŞ’ê hatin azadkirin, diyar kir ku hîn bi sedan jinên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne û bang li QSD`ê kirin ku wan jî ji çeteyan rizgar bikin û wan li malbatên wan ên li Şengalê vegerînin.

‘Hîn bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ`ê de ne’
‘Hîn bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ`ê de ne’
‘Hîn bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ`ê de ne’
1 sibat, 2019   08:47

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê pêşde diçin. Şervanan piştî ku korîdorên ewle vekirin, di nav de du jin û zarokeke Êzidî yên ji Şengalê, 150 sivîl rizgar kirin.

Zarok û her du jinên Êzidî yên ku şervanên QSD’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê azad kirine ev in; Meqbûla Xidir Baco, Raniya Celal û Buhar Bedir. Ji gundên Zorava û Til Qeseb ên Şengalê ne. Her wiha şervanên QSD`ê beriya niha jina Êzidî ya bi navê Nadiya Ferhan Salih jî rizgar kiribûn.

Serpêhatiyên biêş ên jinên ku ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, hemû mîna hev in. Piştî êrîşên 3`yê Tebaxa 2014`an ji gundên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin.

Jinên Êzidî, di sûkan de hatin firotîn, bazirganî li ser wan hat kirin û mîna koleyan li gel malbatên çeteyan xebitîn. Her wiha kiriyarên derexlaqî li ser wan hatin kirin. Ew neçar kirin ku bibin musliman û Qur’an ê ezbere bikin û îşkence li wan dikirin.

Nadiya Ferhan Salih 19 saliye. Tevî xwişka xwe ji Şengalê hat revandin. Paşê ew û hindek jinên din ku hatibûn revandin, ber bi navçeya Til Efer ve birin. Li wê derê dûrê wê ji xwişka wê dûr dixin û tenê zanî ku xwişka wê firotine çeteyekî DAIŞ’ê.

Nadiya piştî ku çeteyekî ew kirî, ew birin bajarê Reqa yê Sûriyê ku çeteyên ji xwe re weke paytext pênase dikir. Li wê derê çîroka êş û zehmetiyê ya Nadiya dest pê dike. Ji bajarê Reqayê ew birin Dêrazorê (Meyadîn) û ji wê derê ber bi gundê Sûsê paşê Şefaa û paşê jî Baxoz ve birin. Li wê derê şervanên QSD`ê û di qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de ew rizgar kirin. Nadiya Salih bang li şervanên QSD` kir ku wê bighînin malbata wê ya li Şengalê û wiha got: "Pitşî ku min bihîst şervan pêşde diçin, min xwe ji rizgarkirina ji çeteyan re hazir kir. Ez li hêviya hatina wan mam da ku ez karibim birevim."

Serpêhatî Nadiya jî mîna ya Buhar Bedir (38) a ji gundê Zorava ye û zaroka ku lê dinerî Raniya Celal (10) û Meqbûla Xidir (32) ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê hatin revandin. 

Piştî ku tevî gelek jinên Êzidî bi salan li gel çeteyên DAIŞ`ê man, tevî bi sedan sivîl ji çeteyan hatin rizgar kirin.

Buhar got, 5 zarokên wê hene. Lê ji dema ku ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin tu agahî derbarê wan de negirtiye. Nizane zarokên wê saxin an jî mirî ne, lê ew baş dizane ku çeteyên DAIŞ`ê zêdeyî 80’ê kesî ji xizmên wê kuştine.

Buhar got dema ku bihîst şervanên QSD`ê dest bi hemleya rizgarkirina herêmên rojhilatê Dêrazorê kirine da ku wan rizgar bikin, kêfxweşiya herî mezin a jinan bû. Baweriya jinan hebû ku ew ji zilm û zora çeteyan werin rizgar kirin û wiha pêde çû,"Dema ku şervanên QSD`ê dest bi hemleya Bagera Cizîrê kirin, kuştiyên DAIŞ`ê zêde dibûn. Ji ber wê me li hêviya roja rizgarkirina ji tarîtiyê bûn."

Buhar destnîşan kir ku li herêmên di bin dagrkirina çeteyên DAIŞ`ê de bi sedan jinên Êzidî tevî bi sedan sivîl hene. Di dawiyê de Buhar bang Ii şervanên QSD`ê kir ku wan jî rizgar bikin.

(bx/bm)

ANHA