Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ji bo wefata Egîdê Cimo sersaxî xwest

Yekîtiya Hunermendên Cizîrê – Rojava ji bo wefata hunermendê Kurd Egîdê Cimo peyama sersaxiyê weşand.

Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ji bo wefata Egîdê Cimo sersaxî xwest
31 ÇILE, 2019   19:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Hunermendên Cizîrê – Rojava ji bo wefata hunermendê Kurd Egîdê Cimo peyama sersaxiyê weşand û got "Wê dengê bilûra wî ji guhê me dernekeve.

Di peyama sersaxiyê de wiha tê gotin;

"Bi navê Yekîtiya Hunermendên Cizîrê, em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin, û ji malbata nemir Egîdê Cimo re ku îro bi temenê 87 salî, koça dawîn kir.

Bêtir ji 70 salî hunermend û mûzîkjen Egîdê Cimo, êşa vî gelî di riya bilûra xwe de û helbet bi dengê xwe jî jenandin û bûbû yek ji wan jenyarên navdar di gastîna mûzîka Kurdî de û jenyariya wî êdî ji hin miletên din jî dihat guhdar kirin.

Pirtûkxaniya mûzîka Kurdî bi jenyariya gorbuhiştî Egîdê Cimo zengîn e û wê dengê bilûra wî ji guhê me dernekeve.

Careke din em sersaxiyê ji gelê xwe re û ji malbata nemir Egîdê Cimo re dixwazin. Bila serê gelê me sax be."

Egîdê  Cimo yê ji navçeya Qelqelî a Wanê zarokeke malbatekê ku koçî Êrîvanê kir, di sala 1932’an de li gundê Erdeşer a Eremenistanê hatiye dinê. Cimo ê di hunera Kurdî de li cîhanê bi bilûrvaniyê hate nasîn, di dema 8 saliyê de dest bi karê muzîkê kiriye.

ANHA