Rêjîma Sûriyê 5 şêniyên taxa Zorava berdan

Rêjîma Sûriyê kesên ku di çalakiya taxa Zorava ya Şamê de binçav kiribûn, îro serbest berand. Li taxê şahî hatiye lidarxistin.

Rêjîma Sûriyê 5 şêniyên taxa Zorava berdan
31 ÇILE, 2019   20:03

ŞAM

Rêjîma Sûriyê 24‘ê Çileyê  ji şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê ku beşdarî meşa şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leya Guven bibûn endamên Meclisa taxa Zorava ya Şamê û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Osman Sebr di nav de du zarokên astengdar hebûn 5 girtibûn.

Hêzên rêjîmê vê êvarê kesên ku girtibûn serbest berdan. Bi vê wesîleyê kurdên li taxa Zorava şahî li dar xistin.

Kesên hatibûn girtin "Ebdulqadir Mecid El-Hemed, Ferhad Osman Yehya, Yûsif Abdullah Keleş, Diyar Abdullah Resûl û Gabar Nezîr Îbrahîm."

ANHA