Şehîdên meha Çileyê li Minbicê hatin bi bîranîn

Şehîdên Minbicê yên meha Çileyê bi merasîmekê hatin bi bîranîn

Şehîdên meha Çileyê li Minbicê hatin bi bîranîn
31 ÇILE, 2019   19:14

MINBIC

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li goristana Şehîdan ve hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi torana leşkerî ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve dest pê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî Ebû Emced axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Ebû Emced mizgîniya nêzîkbûna tinekirina DAIŞ‘ê li bargeha dawî da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo jî axivî û ev tişt anî ziman, "Şehîd deryaya fedekarî û berxwedanê ne, bi benda xwe dîrok xêz kirin, ji her kesî îsbat kirin ku ew aşiqê azadî û aştiye ne û ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş çanê xwe feda kirin."

Di merasîmê bîranînê de endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Adil Ebdulselam axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û keda Meclisa Leşkerî û Hêzên Ewlekariyê silav kir.

Piştî axaftinan find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA