74 kesên ku ji bo bûyerên li Mensûra hatibûn girtin hatin berdan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê 74 kes ku ji bo bûyerên li Mensûrayê derketibû hatibûn girtin, piştî lêpirsîn serbest berdan.

74 kesên ku ji bo bûyerên li Mensûra hatibûn girtin hatin berdan
31 ÇILE, 2019   19:02

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirên a Tebqayê piştî bûyerên tevliheviyê ku hefteya derbasî li Mensûrayê derketibû, hin kes girtin. Piştî lêpirsînê eşkere bû ku destê 74 kesan di bûyerê de tine ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi amadebûna rûspiyên herêmê û fermandarên hêzên ewlekariyê 74 kes serbest berdan.

Beriya wê, ji fermandarên QSD‘ê Omîd Gabar axivî û bal kişand li ser bûyerên tevliheviyê ku li bajaroka Mensûrayê rû daye û got, hin kesên xirab hewl dan aramiya herêmê û milkên giştî xirab bibe û got" Berbestberdan li ser daxwaza rûspiyan pêk hat. Piştî lêpirsînê diyar bû ku destê wan di van tevliheviyê de tine ye."

Omîd Gabar ji kesên hatin berdan xwest ku roleke erênî di parastina ewlehiya herêmê de bilîzin.

Şêx Ebdulletîf El-Mihemed El-Ferec jî ê ji Qebîleya Welda jî ji kesên hatin berdan xwest ewlehiya welat biparêzin.

ANHA