Şahoz Hesen: Hewldana avakirina herêma ewle ji bo xirabiyê ye

Şahoz Hesen anî ziman ku hewldana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle, ne ji bo ewlehiyê ye, lê belê ji bo xirabî û derxistina tevliheviyê.

31 ÇILE, 2019   15:52

HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya yekemîn li navçeya Rojava ya bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi vîn û rêxistinê em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke ne navendî û demokratîk ava bikin" li dar xist.

Kongrê bi amadebûna bi sedan endamên partiyê hate lidarxistin li Hola Reşo ya bajarê Hesekê. Hola kongrê bi alên PYD, pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedanê em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin, "Partiya Yekitiya Demokratîk mîsogeriya avakirina civakeke demokratîk e" hatibû xemilandin.

Kongre bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî û bi kurtasî rewşa siyasî nirxand.

Hesen diyar kir, dewleta faşîst a Tirkiyê bi hemû rêbazên ne mirovî Efrîn dagir kir û gelê wê derxist û got, divê bi pêkanîna fikrê demokratîk faşîzmaya Tirkiyê were şikandin.

Şahoz Hesen anî ziman ku armanca Partiya Yekitiya Demokratîk Sûriyeke demokratîk ji tevahî gelên wê were avakirin.

Hesen, bal kişand ser helwestên hin partiyên Kurdî yên ku diyalogên bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re dikin û got, kesên diyalogan red dikin di hembêza Tirkiyê de ne û bi zimanê dijmin di axivîn, ew kesanan wê planên wan li Rojava pêk neyê.

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hewldana Tirkiyê avakirina herêma ewle ne ji bo ewlehiyê ye, lê belê ji bo xirabî û derxistina tevliheviyê û got, dê rewşa herêma ewle mîna Efrînê be ku niha hatiye dagirkirin.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de got, "Çawa me li ber xwe da û li hemberî terora DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê serkeftin bi dest xistin, em ê têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bidomînin û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin."

Di kongreyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Hesen û Rêvebera Kongreya Star Helîma Ehmed jî axivîn. Di  axaftin hate got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê di nava 7 salên dawî yên şoreşê de serkeftinên mezin bi dest xistin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê projeyên aştiyane pêşkêş kirine."

Di axaftinan de her wiha bal hate kişandin li ser têkoşîna jina azad û berxwedana Leyla Guven hate silavkirin. Hate gotin, Leyla Guven bi berxwedana xwe hêz û îradeya jina azad derxist pêş.

Piştî axaftinan, rapora salane ya xebatên partiyê ji aliyê endamê partiyê Îbrahîm Dawûd ve û rapora buroya jin a partiyê ji aliyê rêvebera partiyê Şeha Sîno ve hatin xwendin.

Beşdaran jî nirxandin û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiya kongreyê de 12 rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk ya navçeya Rojavayê bajarê Hesekê hatin hilbijartin.

Di rojên pêş de dê kongreyên Partiya Yekitiya Demokratîk li navçeya rojhilat û başûr werin lidarxistin û her navçeyek 12 rêveber werin hilbiartin.

ANHA