Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê 6 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê spartin axê.

Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Şedadê hatin veşartin
31 ÇILE, 2019   16:05

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanên QSD‘ê Yasir El-Hemûd (Aras Hesekê), Basim Ehmed (Hogir),  Ziyab El-Selama (Basim El-Dêrî), Ebd El-Hemadî (Hisên El-Dêrî), Elî El-Elawî (Elî Şedadê) û Îsam El-Selama (Mihemed Şedadê) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî pêk hat. Piştre jî ji fermanarên YPG‘ê Demhat Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Bi saya şehîdan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar bûn û cîhan ji xeteriya terorê xilas bûn."

Demhat soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Di merasîmê de endama Meclisa Mablatên Şehîdan a Şedadê Seher Abdullah jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman, "Şehîdan ji bo azadî û rûmeta me berdêlên giran dane. Bi fedekariya wan em gihaştine vê astê û bi biratî û aramî dijîn."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Ubeyd nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanên QSD‘ê cenazeyê hevalên xwe hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA