Malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê serhildana Şêladizê silav kirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekî piştgirî dane serhilana Şêladizê û dewleta Tirk şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê serhildana Şêladizê silav kirin
31 ÇILE, 2019   15:06

HESEKÊ

Bi dehan malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dirbêsiyê Salim El-Salim ve hate xwendin.

Salim El-Salim anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî li dijî hêviyên gelê Kurdistanê bi kar tîne û gefên dagirkirinê dixwe. El-Salim got, Başûrê Kurdistanê di van rojan de bûye şanogehek ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re.

 Salim El-Salim di berdewama daxuyaniyê de piştgirî da Berxwedana gelê Başûrê Kurdsitanê û wiha got" Em wek malbatên şehîdan li Rojava û Bakurê Sûriyê piştgiriya têkoşîna gelê xwe li dijî Tirkiyê dikin, hebûna Tirkiyê guhertina demokrafîk ji welatê me re çêdike, em ji gelê xwe û malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê û bi taybet malbatên şehîdên serhildana Şêladizê re dibêjin em bi we re ne û lehengî û berxwedana we dibînin, em ji serhildana gelê xwe li dijî zilm û desthilatdariya hundirîn re dibêjin erê û erê ji yekitiya neteweyî re."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirinna serhildana Başûrê Kurdistanê û şermezarkirina faşîzma AKP`ê bi dawî bû.

ANHA