Yekemîn dewreya perwerdeyê ya fermandarên jin hate destpêkirin

Li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Hebûn a QSD‘ê ya li navçeya Eyn Îsayê dewreya yekemîn a fermandarên jin bi navê "Şehîd Zîlan Heleb" bi merasîmekê dest pê kir.

Yekemîn dewreya perwerdeyê ya fermandarên jin hate destpêkirin
31 ÇILE, 2019   14:48

GIRÊ SPÎ

Dewreya Perwerdeyê bi tevlêbûnna 25 şervanên jin ên herêmên Firatê hate destpêkirin.

Perwerde dê 60 rojan berdewan bike. Di dewreyê de wê waneyê bîrdozî û leşkerî werin dayîn.

Bi dehan fermanarên YPJ, YPG û QSD‘ê di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê vekirina dewreyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji fermandar Rojda Minbic axivî û vekirina dewreyê pîroz kir û bang li fermandarên tev li dewreyê bûne erka xwe ya parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bînin.

Di dawiya merasîmê de fermandarên jin ku tev li perwerdeyê bûne sonda leşkerî xwarin.

ANHA