Li Dêrazorê, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî, 150 sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şevê din 150 sivîl, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî ku ji Şengalê ne, rizgar kirin.

Li Dêrazorê, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî, 150 sivîl hatin rizgarkirin
Li Dêrazorê, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî, 150 sivîl hatin rizgarkirin
31 ÇILE, 2019   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de didome. Şervanên QSD`ê rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de şevê din piştî ku korîdorên ewle hatin vekirin, şervanan 150 sivîl, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî ku ji Şengalê ne, rizgar kirin.

Nûçegihanên ajansa me ku hemleyê dişopînin, ragihand ku jinên Êzidî yên ku hatin rizgarkirin navên wan wiha ne; Meqbûla Xidir Baco, Raniya Celal û Buhar Bedir ên ji gundê Zorava û Til Qeseb ên Şengalê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên li ser Şengalê yên 3`yê Tebaxa 2014`an de, bi sedan jinên Êzidî revandin û ew ber bi herêmên Sûriyê û Iraqê yên di bin dagirkeriya xwe de birin.

Di hemleya rizgarkirinê de ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, bi dehan jinên Êzidî hatine rizgarkirin.

(bx/bm)

ANHA