‘Tirkiye nikare me bixe nava xefika xwe’

Jinên Efrînê destnîşan kir ku berxwedan û çalakiyên wan heya rakirina tecrîda li ser Ocalan dê berdewam bikin û wiha got: "Tirkiyê bi berdana Leyla Guven û serdana birayê Rêbertî nikare me bixe xefika xwe ya komployê.”

‘Tirkiye nikare me bixe nava xefika xwe’
31 ÇILE, 2019   10:12

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Li hemberî tecrîda girankirî ku hikumeta AKP‘ê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, çalakiyên gelê Kurd û dostên wî yên bi armanca şermezarkirina tecrîdê berdewam in.

Parlamantera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemergê û hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê ev 85 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Hevseroka HDP‘ê Pervîn Buldan beriya niha bi demekê ragihand ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Memet Ocalan hevdîtin li gel Ocalan pêk anî û got tenduristiya wî baş e.

Girêdayî mijarê jinên Efrînê anî ziman ku dewleta Tirk bi vê hevdîtinê hewl da hêrsa gel a li dijî tecrîdê bisekinîne.

Jina bi navê Neîma Elîko wiha got: "Wek jin em berxwedana parlamenter Leyla Guven li hember faşîzma Tirkiyê silav dikin, di kesayeta Leyla Guven de vîna jinên azad diyar dibe."

Neîma destnîşan kir ku hevdîtineke kurt di navbera Ocalan û birayê wî de têrê nake, ew ê li qad û kolanan bin heta tecîrd bi dawî bibe û malbat û parêzer Ocalan bibînin.

Jina ciwan a bi navê Pelda Şêxo jî wiha axivî: "Dewleta Tirk û siyesetên wê yên faşîst nikare vîna me û çalakiyên me bi dîtinekê bişikîne, li ser vê bingehê berxwedana me heya rakirina tecrîda li ser Ocalan berdewam e."

Jina bi navê Emîna Denkelî diyar kir ku xwestekên parlamenter Leyla Guven xwesteka tevahî gelê Kurd e û ev tişt got: "Leyla serî ji siyaseta dagirkeran re netewand û teslîmkarî nepejirand û hat berdan. Em bi Leyla Guven serbilind in."

Xedîca Bekir jî destnîşan kir ku ew piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin û wiha axivî: “Berdana Leyla Guven yek ji komployên Tirkiyê ye da ku têkoşîna gelê Kurd li hember siyaseta dagikeriya Tirkiyê lawaz bibe.”

Xedîce wiha lê zêde kir: "Tirkiye nikare me bixe xefika komploya xwe, em ê di berxwedana xwe de heya rakirina tecrîda li ser Ocalan berdewam bikin."

(dh)

ANHA