Li Şedadê nan têra şêniyan nake

Ji ber ku bi hezaran şêniyên gundên rojhilatê Dêrazorê li navçeya Şedadê bi cih bûne, nan têra şêniyan nake. Şênî li benda alîkariyê ne.

Li Şedadê nan têra şêniyan nake
Li Şedadê nan têra şêniyan nake
Li Şedadê nan têra şêniyan nake
Li Şedadê nan têra şêniyan nake
Li Şedadê nan têra şêniyan nake
31 ÇILE, 2019   10:50

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Nan madeya sereke ya jiyanê ye. Ew li navçeya Şedadê madeya herî kêm e. Şêniyên navçeyê jî ji ber wê pirsgirêkê bi gilî û gazinc in, bi taybet şêniyên gundên derdora navçeyê.

Di navçeyê de 2 firin hene. Lê her du ji ber kêmbûna arvan nikarin pêwîstiyên şêniyan peyda bikin. Her wiha bi destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê re, DAIŞ’ê sivîl ji xwe re dikirin mertal. Şêniyan gundên rojhilatê Dêrazorê ku quncikên dawîn ên DAIŞ’ê ne, berê xwe da navçeya Şedadê û li wir bi cih bûn. Ji ber zêdebûna şêniyan nan jî kêm bûye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, ji destpêka rizgarkirina navçeya Şedadê ve, alîkariyan di rêya saziyên ku li navçe û bajarokan re pêşkêşî şêniyan dike. Di nav van pêşkêşiyan de firin jî hene.

Lê ruxmî alîkariyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji ber ku navçe û bajarokên wê bi hezaran koçber pêşwazî kirine, têra pêwîstiya şêniyan nake.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Ehmed Hisên destnîşan kir ku ji ber ewlehiya herêmê, bi hezaran malbatan berê xwe da herêmê. Ji ber wê piraniya xebatên xizmetguzariyê têra pêwîstiya şêniyan nakin, yek ji van xizmetan jî  peydakirina nan e.

Ehmed El-Hisên bal kişand ser azarên şêniyên gundên navçeya Şedadê û wiha got: “Tenê hefteyê carekê nan li şêniyan tê belavkirin, ew jî têra malbatek mezin nake.”

Ehmed El-Hisên bang li aliyên têkildar kir ku li gundan firin bên vekirin, da ku nan ji tevahiya şêniyan re were peydakirin.

Şêniya bi navê Hemde Xelîf a ji gundê El-Becdilî yê girêdayî navçeyê diyar kir ku ji ber kêmbûna nan bi gilî û gazinc in. Hemde destnîşan kir ku ew ji sibehan ve li benda nan dimînin û tenê tûrikekê dibin.

Hemde Xelîf bang li aliyên têkildar kir ku para gundan ji nan pirtir bikin.

Ji bo naskirina sedemên vê pirsgirêkê, gerînendeyî firina Şedadê Elî El-Cezrî ji ajansa me re axivî. Elî El-Cezrî diyar kir ku li navçeyê 2 firin (Firina Kooperatîfê û Firina Alî) hene. Her du firin jî pêwîstiya şêniyên navçeyê û gundên wê peyda nakin.

Elî El-Cezrî bang li Meclisa navçeya Şedadê û Meclisa Kantona Hesekê kir ku miqdara arvana firina kooperatîfê zêde bikin. Ji ber ku hêza firinê 14 ton e û ya ku jê re hatiye pêşkêşkirin 3 ton e.

Elî El-Cezirî destnîşan kir ku Firina Alî ji ber pirsgirêkekê bi tevahiya hêza xwe naxebite. Elî El-Cezirî diyar kir ku ev her du sedemên kêmbûna nan li navçeyê ne.

(şx/bm)

ANHA