‘Kombûna Malbatên Babê gavek erênî ye’

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ragihandina Kombûna Malbatên Bajarê Babê ji hêla şêniyên herêma Babê ve, wek gaveke erênî li dijî hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi nav kir.

‘Kombûna Malbatên Babê gavek erênî ye’
31 ÇILE, 2019   07:08

ŞÎLAN MIHEMED - SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Girêdayî geşedanên dawî ku li bajarê Babê rû didin, wekî avakirina Kombûna Malbatên Bajarê Babê, serhildana şêniyên bajêr li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji ajansa me re axivî.

Cemal Ebû Cuma di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Komên çete di bin banê dagirkeriya Tirk de gelek binpêkirinan der heqê şêniyên herêmên ku dagir kiriye de pêk tînin. Avakirina şêniyan kombûneke sivîl e ku banga maf û daxwazên şêniyên Babê dike, di rêvebirina herêmên xwe de, bersiveke bi hêz e li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê wan de."

Cemal Ebû Cuma destnîşan kir ku malbatan di civînê de diyar kir ku ew êdî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qebûl nakin û wiha dewam kir: “Malbatan bi awayekî zelal û eşkere bi rêya bendên kombûnê ragihand ku ew ê bûyerên revandin, talankirin û kuştinê bi dawî bikin û dê jiyaneke birûmet ji xwe re biafirînin.”

Cemal Ebû Cuma avakirina Kombûna Malbatên Bajarê Babê wek gaveke erênî li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi nav kir. Cermal Ebû Cuma destnîşan kir ku ev jî nîşaneya hişyariya gel, raperîna wan li dijî zilmê ye û wiha pê de çû:" Şênî tê gihîştin ku eger hevgirtina xwe ava nekin, gotinên xwe nekin yek û tecrubeya herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê wek nimûneyekê ji bo bigihîjin azadî û rûmetê nepejrînin, dê nekarin ji dagirkeriyê xilas bibin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma bang li şêniyên bajarê Babê kir ku yekrêzî û hevgirtina xwe xurt bikin û dagirkeriyê biqewirînin û wiha bo dawî kir: "Ev ax axa me ye, em dest jê bernadin. Em ê berxwedana xwe li hember dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê heta rizgarkiria xaka xwe ji wan, bidomînin.”

(şx)

ANHA