Mislim: Hin aliyan eşkere ji me re got divê hûn nebin yek

Salih Mislim got: “Ez eşkere dibêjim; di sala 2013’an de hin alî hatin gel me û gotin yekitiya we lazim e berdewam neke, heger berdewam bike hûn ê hemû bibin dijminên me.’ Di wê peyama wan de diyar bû ku ev alî di bin hin hincetan de wê yekitiya gelê Kurd asteng bikin.”  

Mislim: Hin aliyan eşkere ji me re got divê hûn nebin yek
31 ÇILE, 2019   05:20

MÛRADA KENDA – BASIL REŞÎT / QAMIŞLO

Di sala 2013’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de ji bo yekitiya gelê Kurd peyamek bi rê kiribû. Piştî peyama Ocalan têkildarî yekitiya gelê Kurd hin gav hatin avêtin. Kongre li Amedê, Ewropa û Enqereyê hatin lidarxistin. Li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê jî di 23’yê  Tîrmeha 2013’an de li Hewlêrê bi tevlêbûna 39 partî û rêxistinan civîna yekemîn pêk hat. Piştî civîna girîng, kombûna kongreya neteweyî ya Kurdistanê bi hin hincetan hate taloqkirin. Bi wan hincetên taloqkirinê yekitiya gelê Kurd hate astengkirin.

Piştî ku li ser banga Ocalan xebatên yekitiyê dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker di Cotmeha 2014’an de Salih Mislim vexwend Tirkiyê. Balkêş e piştî ku Salih Mislim ji Tirkiyê çû, di 2015’an de AKP’ê li dijî Kurdan komsepta şer da destpêkirin.

Xebatên têkildarî yekitiya gelê Kurd berdewam dikin

Piştî astengkirina kongreyê xebatên yekitiyê nehatin rawestandin û hîn jî hewldan çêdibin. Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava bi armanca avakirina yekitiya Kurd û pêşî girtina li xetereyên li ser hebûna gelê Kurd komîteyek ji 5 endamên KNK-Rojava hate avakirin ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan. Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên yekitiyê de gava yekemîn bi dayîna daxuyaniyekî avêt û got partiyên neruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin. Serdanên KNK-Rojava bi partiyên siyasî re berdewam dikin.

Têkildarî yekitiya gelê Kurd, berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji ajansa me re axivî. Mislim wiha got: “Pûçkirina lîstok û planên dewletan ên li ser Kurdistanê dê tenê bi yekitiya gelê Kurd pêk bê.”

‘Hin aliyan her tim xwe ji yekitiyê dûr xist’

Mislim di destpêka axaftina xwe de girîngiya yekitiya Kurdan anî ziman û wiha got: “Yekitî xwesteka di dilê hemû Kurdan de ye ku li hev bicivin û yekitiyê ava bikin. Herî kêm stratejiyeke hevbeş deynin. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Tiştê şaş û rast divê ji hev derxin. Wekî ku lêvegereke Kurdan çêbe. KNK jî di 1999`an de ji bo vê çêbû. Lê her tim hindek aliyan xwe jê dûr xist. Ev pêvajoya ku 2013`an li Rojhilata Navîn dest pê kir, heta niha jî dide xuyakirin ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitî û stratejiyeke hevbeş heye. Armanc ew e ku yekitiya Kurdan hebe û hêzên Kurd bi awayekî hevbeş tev bigerin, ne ku di nava hev de bihelin.”

‘Bi hin hincetan yekitiya Kurdan asteng kirin’

Mislim bal kişand ser xetereyên li ser gelê Kurd û wiha pê de çû: “Divê em li dijî xetereyên li ser gelê Kurd bi hev re bibin xwedî biryar û helwest. Bêguman piştî 2010’an aloziya li Rojhilata Navîn kûrtir bû, pêwîstiya kongreya neteweyî hîn zêdetir derket holê. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 2013`an hewldaneke wiha çêbû lê mixabin negihîşt serî. Ji ber hindek aliyan kongreya neteweyî li dijî berjewendiyên xwe dipejirandin. Dixwestin di bin bandora hêzên derve de bin. Dîsa jî civînên hevbeş çêbûn û bi giştî li hev rûniştin. Mixabin partiyên siyasî bi hindek hincetan xwe ji kongreya neteweyî dûr xist.”

Di xebatên 2013’an de peyama ‘Pêwîst e yekitiya we berdewam neke’ dan

Mislim bandora dewletên dagirker a li ser yekitiya gelê Kurd nirxand û  ev tişt anî ziman: “Bêguman dewletên dagirker li pêşiya yekitiya gelê Kurd disekinin. Dewletên dagirker berjewendiyên xwe di yekitî û stratejiya hevbeş a gelê Kurd de nabînin. Astengên mezin ew in. Ez eşkere dibêjim, di sala 2013’an de ji bo xebatên KNK’ê li Rojavayê Kurdistanê me dest pê kiribû, hin alî hatin gel me û gotin ‘Pêwîst e yekitiya we berdewam neke, eger berdewam bike hûn hemû wê bibin dijminên me’. Bi vê peyamê diyar bû ku wê pêşiya yekitiya gelê Kurd asteng bikin. Ez eşkere dibêjim, hin alî nahêlin yekitiya gelê Kurd were çêkirin. Em jî dibêjin dijmin sûdê ji nakokiyên di navbera gelê Kurd de werdigire.”

‘Roj bi roj aliyên li dijî yekitiya Kurd eşkere dibin’

Mislim diyar kir ku girîngiya yekitiyê roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Hevsengiya di nav Kurdan de hîn zêdetir zelal dibe. Ji 2013’an û şûnde hewldanên me yên ji bo yekitiyê ranewestane. Her wiha niha jî KNK gavên pîroz li Rojava ye Kurdistanê diaveje. Gelê Kurd bi avabûna yekitiyê re ye. Em piştgiriya komiteya KNK’ê dikin û fermî jî bi wan re rûniştin. Roj bi roj aliyên li dijî yekitiyê disekinin, eşkere dibin. Êdî pêwîst e ew alî xwestek û vîna gelê Kurd guhdar dikin.”

‘Yekitiya gelê Kurd li dijî terorîzma DAIŞ’ê derket holê’

Mislim destnîşan kir ku di şerê DAIŞ’ê de gelê Kurd bûn yek û wiha domand: “Yekitiya gelê Kurd li hember terorîzma DAIŞ’ê  de derket holê. Pêwîste em vê yekitiyê xûrt bikin. Beriya her tiştî divê gelê Kurd dost û dijminên xwe nas bike. Ev dewletên ku DAIŞ ava kirin li dijî ew li dijî yekitiya  gelê Kurd ava kirin. Pûçkirina lîstok û planên dewletan li ser Kurdistanê tenê bi yekitiya gelê Kurd pêk tê. Hin aliyên siyasî heta niha jî xwe dixin hembeza dijminên gelê Kurd ên sedsalan. Dijmin li ser esasê parçekirin û tunekirina gelê Kurd hembeza xwe ji wan kesan re vedike.”

‘Wê yekitiya Kurdan li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiyê bike’

Mislim anî ziman ku Sûriye parçeyek ji Rojhilata Navîn e û wiha rave kir: “Ew qas dest di hundirê Sûriyê de hene. Ji aloziya 2010’an de hat dîtin ku hêza yekemîn a nirxên mirovahiyê biparezê gelê Kurd e. Heger yekitiya gelê Kurd jî hebe di Rojhilata Navîn de dê ev yekitî pêşengiya demokrasiyê bike. Di cîhanê de jî cihekî gelekî girîng bigirin. Di mijarên Kerkûk û referandûma Iraqê de dijminên gelê Kurd  bûn yek, em çima nebin yek?”

‘Di nav PYD’ê de hemû pêkhate cih digirin’

Berdevkê fermî yê PYD’ê Salih Mislim di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ENKS dibêje “Em ê bi PYD’ê re rûnin lê bi KNK’ê re rûnanin” û wiha axivî: “Bi vê diyar dibe ku yekitiya Kurdan naxwazin û dixwazin parçebûnê çêkin. PYD li Rojava bi 22 partiyên ruxsetkirî re xebatên xwe rê ve dibe. Kesên ku dibêjin PYD desthilatdar e, bila zanibin ku di nav PYD’ê de Aşûrî, Suryan, Kurd, Ereb û malbatên şehîdan cih digrin. Heger ENKS naxwaze bi KNK’ê re rûne, ev jî tê wateya ku malbatên şehîdan û hemû sîstema demokrasiyê înkar dikin. Me rewabûn û ruxseta xwe ji saziyan wergirtiye. PYD tu tiştî li ser kesan ferz nake. Wekî partiyên siyasî em amadene ku bi hemû kesan re nîqaş bikin.”

(bm)

ANHA