‘Efrîn rewşa “herêma ewle” diyar dike’

Ciwanên Helebê avakirina herêmeke ewle ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û wiha got: “Armanca vê yekê berdewamkirina senaryoya Osmanî ya dagirkirina Heleb û herêmên din ên Sûriyê ye. Efrîn rewşa “herêma ewle” ku Erdogan dixwaze ava bike, diyar dike.”

‘Efrîn rewşa “herêma ewle” diyar dike’
31 ÇILE, 2019   07:33

TOLÎN  HESEN - HENAN MIHEMED / HELEB

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li ser mijara avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin.

Fatma Kinco destnîşan kir ku armanca Erdogan a avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne parastina herêmê ye, armanc jê dagirkirin û asîmîlekirina herêmê ye, wekî herêmên din ên dagir kirine; Efrîn, Cerablus û Babê ku niha veguherîne herêmên wêrankirî.

Fatme Kinco bal kişand ser ku erka dikeve ser milê wan, divê ciwanan hişyar bikin, ji ber ku armanca siyasetên Erdogan derbkirina biratiya gelan û parçekirina civakê ye.

Ciwanê bi navê Zeyîm Qeredil diyar kir ku mebesta lîstikên dagirkeriya Tirkiyê ya pêşkêşkirina herêmeke ewle vegerandina senaryoya tecawizkirinan û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan e. Zeyîm Qeredil wiha got: "Efrîn neynika rewşa herêma ewle ye ku Erdogan behsê dike, diyar dike."

Qeredil destnîşan kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ye û çete jê hatin derxistin.

Ciwanê bi navê Ednan Reşîd jî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ji koçberkirina şênî, guhertina demografîk û dorpêçkirina herêmê şermezar kir û wiha axivî: "Wek ciwanên Helebê em ê li dijî hewldanên Erdogan ên avakirina “herêma ewle” li Bakur û Rojilatê Sûriyê bisekinin. Em planên wê yên dagirkirina Helebê û  herêmên din ên Sûriyê ku armanca xwe zindîkirina serdema Osmaniyan e têk bibin."

(dh)

ANHA