ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2019
31 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Cenazeyê 5 şehîdên QSD‘ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê têne veşartin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya yekemîn a Rêxistian Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê li Hola Reşo ya taxa Mişêrfê tê lidarxistin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven û 230 têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pejirandina rêzikanameyên Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê civînekê li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Tenduristiyê ya Rojava bawernameyan li xwendekarên dewreya yekemîn a hemşîretiyê belav dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Muhafizkarên Demokratîk buroya xwe li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermendarê Meclisa Babê ya Leşkerî Cemal Ebû Cuma ragihandina Kombûna Malbatên Bajarê Babê, gavek erênî li dijî hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê bi nav kir. Cemal Ebû Cuma bang li şêniyên Babê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û xaka xwe bernedin. Her wiha teqez kir ku ew amade ne bangawaziyan şêniyên Babê ji bo rizgarkirina ji dagirkeriyê û çeteyê wê bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Helebê avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kirin û gotin, armanca vê yekê berdewamkirina sînaryoya Osmanî ya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê di nav de Heleb e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Mislim got: “Ez eşkere dibêjim; di sala 2013’an de hin alî hatin gel me û gotin yekitiya we lazim e berdewam neke, heger berdewam bike hûn ê hemû bibin dijminên me.’ Di wê peyama wan de diyar bû ku ev alî di bin hin hincetan de wê yekitiya gelê Kurd asteng bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê konferansa xwe li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nercis Bekir destnîşan kir ku Berxwedana Leyla Guven a di girtîgehên dagirkeriya Tirkiyê de erşê dewleta Tirk şkand, ji ber vê yekê ew serbestberdan, dizanin ku eger ziyan bighêje wê dê hevsengiyên Tirkiyê werin guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ker û lal hate dinê, lê dîsa jî li hember şert û mercên dijwar li berxwe da û niha bûye wênesazek pispor û gelek tabloyên wê balkêş hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li rex zarên xwe yên şervan di eniyên şer de li hember hovantirîn êrîşan li ser taxa Şêxmeqsûd sekinîn, hebûna xwe isbat kir û dîroka berxwedana taxê xêz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Efrînê diyar kirin ku têkoşîna wan a ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e û gotin "Tirkiyê bi serbestberdana Leyal Guven û hevdîtina birayê Ocalan li gel wî nikare me bixe xefka komployên xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya Leyla Guven ku ev 85 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva biçîbûnê de ye meşekê li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Pêşangeha wêneyan a "Ji bo te ey Efrîn" ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Taxa Şêxmeqsûdê li hola Zeytûn hatiye vekirin  di roja duyemîn de didome.

CIVAK Û JIYAN

- Koçbera bi navê Yesmîn Mihemed diyar kir ku Tirkiyê dewletek dagirker e û bi rêya çeteyên xwe beşek ji xaka Sûriyê dagir kiriye. Yesmîn destnîşan kir ku ew li Minbicê di nav ewlehiyê de ne û bajar ji hêla ciwanên wê ve tê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê ji ber kêmbûna nan bi gazinc in û daxwaz li aliyê têkildarî kir ku pirsgirêkê çareser bike. Rêveberê Firneyan sedema kêmbûna nan diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a El-Cezirat a gundewarê rojavayê bajarê Dêrazorê ji bo vegerandina bedewbûna bajarokên û gundên girêdayî wê bênavber dixebite. Bi vê mebestê, şaredarî gelek projeyên pêşerojî ji bo îsal amade kiriye. Ji aliyekî din ve hevserokê şaredariyê destnîşan kir ku ew bi hewcedariya alavên xizmetguzariyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA