Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê komîteyên xwe ava kirin

Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di civîna xwe ya yekemîn de komîteyên meclisê ava kirin.

Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê komîteyên xwe ava kirin
30 ÇILE, 2019   18:16

GIRÊ SPÎ

Yekîtiya Ciwanên Rojava 9-10‘ê Mijdara 2018‘an kongreya xwe ya duyemîn li bajaroka Rimêlanê lidar xistibû. Di kongreyê de navê yekîtiyê veguherî "Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê" û Meclisa Giştî ji 49 endamî hate avakirin.

Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya yekemîn a piştî damezirandinê îro li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî lidar xist.

Endam û rêveberên Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di civînê de amade bûn.

Di civînê de xebatên navendên hemû şaxê tevgerê hatin nirxandin û ji bo demê pêş plansazî hate dayîn. Her wiha 9 komîteyên meclisê hatin avakirin " Jin, Perwerde, Ragihandina, Parastin, Doplomasî, Siyasî, Xwendekar, Çand û Huner û Werzîş" hatin avakirin. Ji bo her komîteyekê 3 endam hatin hilbijartin.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Beşar El-Salim, ji Ajansa me ANHA‘yê re axivî û destnîşan kir ku wan rêzeçalakî bi nêzîkbûna salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîne, her wiha çalakiyên wan ê ji bo ji bo şeremezarkirina tecrîdê û dagirkeriya Tirkiyê, her wia piştgiriya Leyla Guven berdewam in.

 (dh)

ANHA