5 kîlometreyên dawîn… DAIŞ tune dibe

Destanên şervanên QSD`ê ber bi serkeftinê ve diçin. Şervanên QSD’ê herêma ku bi navê "Erdê Xîlafetê" dihat naskirin, kêm kir û tenê 2 gundên ku firehiya wan ne zêdetirî 5 kîlometreçargoşeyan e, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê di destê DAIŞ’ê de mane.

5 kîlometreyên dawîn… DAIŞ tune dibe
30 ÇILE, 2019   11:44

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Zor û zehmetiyên ku şêniyên Bakurê Sûriyê ji kantona Kobanê heta Dêrikê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê dîtine, êdî bi dawî dibin. Yekemîn serkeftina ku şêniyên Bakurê Sûriyê li dijî mezintirîn rêxistina terorê DAIŞ’ê bi dest xist, li Kobanê bû. Lê bi lehengiya şêniyên Bakurê Sûriyê serkeftina Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞ`ê.

Piştî rizgarkirina gelek herêmên stratejîk ku çeteyên DAIŞ`ê wek bajarên girêdayî dewleta xwe diyar dikir, mîna bajarê Reqayê ku navê paytexta xwe lê kirin bi navê “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” û bajarê Tebqa û Minbicê, rizgarkirina van bajaran ji destana Kobanê ne kêmtir bû. QSD`ê dikaribû hemû herêmên Bakurê Sûriyê rizgar bike û di vê demê de hebûna çeteyên DAIŞ`ê tenê li gundên biçûk ên rojhilatê Dêrazorê maye.

Nêzîkbûna rizgarkirina tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê

Di şerê dawîn ê pêngava Bagera Cizîrê de ku QSD`ê  9`ê Îlona 2017`an de ji bo rizgarkirina gundên rojhilatê bajarê Dêrazorê dabû destpêkirin, QSD`ê di 11`ê Îlona 2018`an de ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ji bo cihê herî dawîn ê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên Hecîn, El-Sûsê, El-Şefê û Baxoza Jorîn ragihand.

Şerê Tunekirina Terorê bi beşdarbûna hemû hêzên di bin banê QSD`ê de li eniya Hecîn û El-Sûsê dest pê kir. Piştî rizgarkirina gundê El-Meraşda li eniya El-Sûsê, niha tenê hebûna DAIŞ`ê kêmtirî 5 kîlometreçargoşeyan li eniya Baxozê maye. Piştî rizgarkirina vê herêmê jî, wê QSD rizgarkirina tevahiya gundên rojhilatê Dêrazorê ji DAIŞ`ê ragihîne.  

Li gorî agahiyên yek ji fermandarên leşkerî yên QSD`ê dane, DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî li pêşiya şervanên wan bi kar tîne û ev sivîl zêdetirî wan ji malbatên çeteyan in. Hin ji wan jî ji şêniyên wan herêman in. Ji ber vê yekê ji bo ewlehiya sivîlan li wan deran, şervan bi baldarî tev digerin.

Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin biçin Tirkiyê

Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji wan xwestiye ku ji herêmê derkevin û rêyeke ewle vekin da ku biçin Tirkiyê yan jî Idlibê. Lê ev daxwaza wan ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD`ê ve hatiye redkirin û ji wan hatiye xwestin xwe radest bikin.

(jo)

ANHA