Rûhanî: Îran rastî zextên mezin ên aborî tê

Serokê Îranê Hesen Rûhanî roja çarşemê got welatê wî beriya 40 salan ve rastî zexteke aborî mîna ya niha nehatiye û der barê vê yekê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sûcdar kir.

Rûhanî: Îran rastî zextên mezin ên aborî tê
30 ÇILE, 2019   11:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê serokê Îranê Hesen Rûhanî di çarçoveya destpêkirina şahiya salvegera damezirandina 40`mîn a Komara Îslamî ya Îranê de li cem gora Xûmeynî got welatê wî beriya 40 salan ve di aloziyeke aborî ya bi vî rengî re derbas nebûye. Her wiha Rûhanî ji ber vê yekê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaya (DYA) sûcdar kir.

Serokê DYA’yê Donald Trump sala derbasbûyî xwe ji hevpeymana nukleerî kişand û careke din ceza li ser Îranê ferz kirin.

(bx)