Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li hev dicive

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku piştî biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, dê hefteya bê li Washingtonê wezîrên dervê yên cîhanê kom bibin.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li hev dicive
30 ÇILE, 2019   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê 6`ê Sibatê li Washingtonê civînekê li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ku ji 79 dewletan pêk tê, çêke.

Ji hêla wezaretê ve daxuyaniyek hate dayîn û tê de wiha hate gotin: "Amerîka li ser nevegerandina DAIŞ`ê careke din li Sûriyê û Iraqê, taybet piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bi israr e. Piştî binketina rêxistina DAIŞ`ê li qadên şer, dê kooalîsyon xebata bicihanîna îstiqrarê û vegera ewlehiyê ji koçberan re dewam bike."

Trump 19`ê Kanûna 2018`an ragihand ku ew ê leşkerên xwe yên Amerîkayê ji Sûriyê vekişîne û teqez kir ku rêxistina DAIŞ`ê tune bûye, tevî ku hîna di cihekî biçûk de li rojhilatê Sûriyê maye.

(jo)