Rojnamevanên ji Bakurê Sûriyê destek da rojnamevanên NRT’ê yên girtî

Rojnamevanên ji Bakurê Sûriyê destek da rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê yên kanala NRT’tê ku dema serhildana gel a Başûrê Kurdistanê li Şêladizê li dijî topbarana dewleta Tirk a dagirker dişopandin, hatin girtin.

Rojnamevanên ji Bakurê Sûriyê destek da rojnamevanên NRT’ê yên girtî
30 ÇILE, 2019   10:40

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Roja 27`ê Çileyê gelê Başûrê Kurdistanê li Şêladizê li dijî bargehên artêşa Tirk a dagirker rabû serhildanê. Rojnamevanên buroya kanala NRT li Şêladizê serhildana gel şopand û dîmen û wêne weşandin.

Kanala NRT li herêma Kurdistanê ragihand ku piştî çend saetan ji belavkirina dîmenên ku ji hundirê baregeha leşkerî ya Tirkiyê ku ji aliyê xwepêşandêran ve hat şewitandin, hatin weşandin, buroya wan hate girtin. Têkildarî girtina rojnamevanên NRT’ê, rojnamevanên Bakurê Sûriyê ji ajansa me re axivin.

Rojnamevanê kanala Minbicê Xidir El-Casim destnîşan kir ku girtina rojnamevanên NRT’ê li Başûrê Kurdistanê tê wateya binpêkirina azadiya rojnamegerî, çapemenî û pîvanên navdewletî. El-Casim diyar kir ku ev yek zehmetiyên ku rastî xebatkarên çapemeniyê tên, diyar dike.

Kanala NRT destnîşan kir ku hikumeta herêma Kurdistanê alavên rojnamegerên ku li pêşiya yek ji nexweşxaneyên Dihokê kom bûbûn da ku rewşa birîndaran bişopînin, desteser kirin û hêzên Asayîşê li rojnamegeran da.

Her wiha nûçegihan û pêşkêşê Ronahî TV’yê Lezgîn Mihemed got desthilatdar û dîktatorên ku herêm xistine bin serweriya xwe, ji kamerayên rojnamegerên ku bûyer, guhertin û şoreşên li herêmê dişopînin, ditirsin.

Lezgîn got rojnamevanên ku dixwazin rastiyan bi rêya kameraya xwe derxin holê, desthildar  dixwazin ew rastî werin nixumandin û wiha dewam kir: "Ez dikarim bibêjim ku hikumeta Herêma Kurdistanê siyaseta AKP`ê der barê girtina rojnamegeran û fetistandina dengê rasiyê de bi kar tîne. Em bang li çapemeniya azad û rêxistinên navdewletî dikin ku der barê girtina rojnamegerên azad de bikevin nava tevgerê."

Bihara sala 2017`an pêşmergeyên herêma Başûrê Kurdistanê rojnameger û endama Ragihandina Azad Nûjiyan Erhan dema ku şerê di navbera pêşmerge û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de li navçeya Xanesorê ya Bakurê Iraqê dişopand, kir hedef û piştî çend rojan di encama birîndariya xwe de şehîd bû. 

Her wiha nûçegihanê kanala KNN li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Nebo destnîşan kir ku dema hikumet der barê bûyerên li welatê wan diqewimin de bê deng bin, welatî neçar dimînin ku parastina welatê xwe bikin û wiha got: "Mixabin hikumeta Başûrê Kurdistanê careke din bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê Şêladizê kir. Rojnamegerên kanala NRT’ê girtin. Ev yek jî dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û Efrînê û girtina rojnamegeran rewa dike. Ev kiryar ji aliyê civaka navdewletî tê şermezarkirin. Ji ber wê divê civaka navdewletî bikeve nava tevgerê û sînor ji binpêkirinên hikumeta Başûrê Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker re deyne.”

(bx)

ANHA