Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê

Tacedîn û Seracedîn El-Abo mîna bi hezaran zarokên Sûriyê di encama şer de êşa koçberiyê tehm kiriye. Her du zarok bi rêya helbestên xwe hesret û bêrîkirina warê xwe rave dikin.

Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
Li ser zimanê zarokan helbestên berxwedanê
30 ÇILE, 2019   10:25

ŞERÎF EL-ABO - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Cêwiyên Tacedîn û Seracedîn El-Abo, di 2010’an de li bajarê Babê ji dayik bûne. Tevî malbata xwe gelek caran koçber bûne. Niha jî li bajarokê El-Erîma ku 20 km ji bajarê Babê dûr e, ku ji aliyê Meclisa Babê ya Leşkerî ve ji çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye rizgarkirin, bi cih bûne.

Tacedîn û Seracedîn mîna gelek zarokan di aloziya Sûriyê de hatine dinê û di rêwîtiya koçberiyê de mezin bûne. Di wê rêwîtiyê de gelek dîmen û çîrokên topbaran, wêrankirin, windakirina xizman di hişê wan de mane.

Dayika her du zarokan Fatme helbestan dinivîse. Piraniya helbestên wê girêdayî şehîdan, berxwedan, sekinandina li hember dagirkeriya Tirk, banga yekbûna pêkhateyan û bêrîkirina welat e. Her du zarok di temenên biçûk de dest bi vegotina helbestên dayika xwe kiriye. Cara yekemîn her du zarok helbestên xwe di çalakiya konvedanê de ya li bajarê Minbicê û gundewarên wê ya li dijî dagirkeriya Tirk de xwendin.

Di hevpevîneke li gel ajansa me de Tacedîn destnîşan kir ku di destpêka xwendina helbestan de ew ditirsî lê niha ew tirs derbas kiriye. Tacedîn helbestek girêdayî azarên zarokên Sûriyê di kampan de bi navê `Zarokên Konan’ (Etfal El-Xiyam) bi zimanê erebî ji me re xwend.

Tacedîn diyar kir ku bi rêya xwendina helbestê dixwaze peyamekê girêdayî rewşa zarokên di nav şer de bide cîhanê. Beytên helbestê aştiya navdewletî destnîşan dike û rewşa zarokan a di konan de vedibêje:

“Axaftin li ser aştiyê pir bû lê me tiştek ji bilî axaftinan qezenc nekir
Mayîna di bin konan de dirêj kir gelo qirik bi kevokê guhertin
Germahiyê serê me heland û sermayê jî hestiyê me xwar.”

Piştre cêwiyê din Seracedîn axivî û bal kişand ser hewldanên wî yên dariştinê. Seracedîn destnîşan kir ku ew bi dariştinê "nesir" hewl dide şarezahiyên xwe di nivîsandina helbestan de xurt bike li şûna ku tenê helbestan bixwîne. Seracedîn destnîşan kir ku helbesta ku vedibêje, girêdayî azarên gelê Sûriyê di şer de ye û diyar kir ku ew pirtûkên hin helbestvanan dixwîne da ku hewesa xwe têr bike.

Seracedîn helbesteke bi navê `Sûriye ya me ye` xwend. Di helbestê de berxwedana li hember dagirkeriyê û fedakariya ji bo welat diyar dike. Helbest wiha ye:

“Xaka welatê min bi xwîna şehîdan hatiye avdan
Em ji dijminan natirsin û ne ji Tirkiyê re serî ditewînin
Em xwediyên vî welatî ne û xwedî erd û nasname ne
Sûriyê ji bo gelê Sûriyê ye
Lê Tirkiye tu kî yî, tu çi ji me dixwazî?
Xaka min e û ez ê canê xwe ji bo wê xelat bikim
Gelo ji giyanê buhatir çi ye? Welat ji bo min buha ye.”

Seracedîn gelek helbestên din ên girêdayî êrîşên domdar ên li dijî bajarê Babê, topbarana rejîma Sûriyê, balafirên Rûsyayê û komkujiyên DAIŞ`ê xwendin.

Di helbestên xwe de Seracedîn behsa komkujiya ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li dijî Babê pêk hatiye û bû sedema kuştina bi sedan sivîlan, di nav de 13 kes ji malbata apê wî, kir û taxa lê şehîd bûne jî bi nav dike.

Di dawiyê de cêwiyên Tacedîn û Seracedîn aştî û ewlehî ji tevahiya zarokên Sûriyê û cîhanê re xwestin. Her wiha her du zarok gulek di fûzeyekê de ji bermahiyên topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarokê El-Erîme de ku nêzî mala wan ketiye, wek nîşaneya aştiyê çandine da ku şahida hovîtiya dagirkeriyê bimîne.

(şx/bm)

ANHA