Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî herêmên bêçek ên Sûriyê û nakokiyên Rûsya-Tirkiyê, rewşa siyasî ya Lubnanê, rewşa Yemenê û Venezuelayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
30 ÇILE, 2019   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Dijwartirîn topbarana rejîmê li ser ‘agirbesta Rûsî-Tirkî’

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê kir. Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa Idlibê û herêmên bêçek kir û wiha nivîsand: “Di encama topbarana rejîma Sûriyê ya li ser bajarê Miret El-Numan de, sivîl hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Ev topbaran, dijwartirîn topbarana li ser herêmên “agirbesta Rûsî-Tirkî” li herêma Idlibê ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî duh wiha got: “11 kes di nav de 9 sivîl û ji wan jî 2 zarok û jinekê di encama mezintirîn komkujiya ku rejîmê ji destpêka lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de kiriye, hatin kuştin. Hejmara kuştiyan tê payîn zêde bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.”

Ji aliyekî din ve jî rojnameyê got Şamê hêzên xwe şandin bakurê Hemayê li nêzî Meret El-Numan, di demekê de ku Moskov radigîne ku Enqere soza xwe ya derxistina cîhadîstan pêk neaniye. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh teqîneke xwekujî li nêzî navenda bajarê Idlibê pêk hat.”

El-Ereb: Lihevkirinên Moskov û Enqereyê yên li Bakurê Sûriyê kêmqebûlkirinên li ser bêbaweriyê nagire

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Sûriyê wiha got: “Rûsya û Tirkiye hewl didin cografyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha di bin kontrola DYA û QSD`ê ye ku piraniya şêniyên wê Kurd in, kontrol bike.

Rojnamegerê Tirk ê muxalîf Ergun Babahan di analîza xwe ya ku li ser malpera Ahwal a tirkî hatiye weşandin de, bal kişand ser navdêrbûna Tirkan di mayina herêmên navborî de.

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Heyat wiha got: “Biloka bihêz a Partiya Emel a Lubnanê hêvî dike ku di vê hefteyê de hikumet ava bibe.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hêzên ewlehî û îstixbaratên Sûdanê roja sêşemê biryar da ku hemû kesên ku di meşên li dijî hikumetê de hatine girtin, serbest berde.”

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewset nûçeyeke xwe wiha ragihand: “Hêzên Hûsiyan ên terorîst roja sêşemê, êrîşî tîma Neteweyên Yekbûyî û tîma rakirina mayinan li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê kir.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokê hikumeta Filistînê Ramî Hemedallah roja sêşemê îstifaya xwe radestî serok Mehmûd Ebas kir. Ji aliyekî din ve jî dest bi avakirina hikumeteke nû hate kirin.”

Venezuela

Her wiha têkildarî mijara Venezuelayê rojnameya Şerq El-Ewset ev agahî ragihandin: “Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton texmîn dike ku destwerdaneke leşkerî li Venezuelayê çêbe. Her wiha Washington jî wê cezayên petrolê li ser serokê Venezuelayê Nicholas Maduro ferz bike.”

(kc)