‘Tirkiye dê çawa “herêma ewle” ava bike?’

Rûspiyên êlên Şehbayê avakirina “herêma ewle” ya ku Tirkiye ava bike, red kir û wiha got: “Gelo herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ewle ne heya bixwaze “herêmeke ewle” ava bike?”

‘Tirkiye dê çawa “herêma ewle” ava bike?’
30 ÇILE, 2019   09:01

 ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Rûspiyên kantona Şehbayê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îdayên avakirina “herêma ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de nirxandin. Rûspiyan destnîşan kir ku ew avakirina herêmeke ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de qebûl nakin û wiha got: “Gelo herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ewle ne heya bixwaze herêmeke ewle ava bike?”

Serokeşîrê Denadina Nedîm Sadiq got herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine ne ewle ne, li wan herêman dizî, qetilkirin, talankirina milkên sivîlan, revandin û birîna rêyan pêk tên û wiha pê de çû: “Çawa dê dagirkeriya Tirkiyê “herêma ewle” bi rê ve bibe. Ew nikare herêmên di bin dagirkeriya xwe de ewle bike.”

Sadiq di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên Sûriyeyê dagir kirine û wiha axivî: “Tirkiye bi xwe destekê dide komên çete yên li Sûriyê û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxe. Heke bi rastî Tirkiye dixwaze şerê terorê bike, çima beşdarî Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê nebû? Niha piştî herêmên me ji DAIŞ‘ê rizgar bûne, Tirkiye tê gefan li Bakurê Sûriyê dixwe."

Şêx Nedîm Sadiq di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wek rûspiyên Şehbayê em amade ne parastina xaka xwe ji dagirkeriyê bikin û em ê heta dawiyê şer bikin da ku dagirker û çeteyan ji herêmên xwe biqewitînin."

Ji rûspiyên êla Kêtikan li kantona Şehbayê Yasir Şêxo jî got ew gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê napejirînin û ev tişt got: “Gefên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê hemû gelên herêmê dike hedef. Ji ber ku armanca Tirkiyê zindîkirina Osmaniyan li ser hesabê xwîna gelê me ye. Em ê wek gelê Sûriyê li dijî hemû gef û êrîşên li ser herêmên me bisekinin."

Şêxê êla El-Berazî, Ehmed Ebas jî destnîşan kir ku ew avakirina “herêma ewle” ya di bin çavdêriya Tirkiyê de napejirînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku Tirkiye bûye sedema talankirin û koçberkirina gelê Sûriyê, mînaka herî berbiçav li Efrînê ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dizî, talankirina milk û şûnwaran dikin, daran dişewitînin û qut dikin. Heke Tirkiye herêmên ku dagirkirine nikare ewle bike wê demê dê çawa çavdêriya “herêma ewle” bike?"

Her wiha şêxê êla El-Betûş Xelef Mihemed gefên artêşa Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: “Wek êla El-Betûş û gelê Sûriyê em ê bi hemû derfetan li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin."

(dh/bm) 

ANHA