Partiyan banga derketina dewleta Tirk ji axa Sûriyê kir

Partiyên siyasî yên Helebê xwest dagirkeriya dewleta Tirk ji axa Sûriyê derkeve û teqez kir ku armanca siyaseta dewleta Tirk a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Partiyan banga derketina dewleta Tirk ji axa Sûriyê kir
29 ÇILE, 2019   14:03

HELEB

Partiyên siyasî yên Helebê ku ev daxuyanî dan wiha ne; Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên PYD`ê Selwa Mihemed ve hate xwendin. Selwa teqezî li ser danûstandinaên Sûrî-Sûrî û derketina dewleta Tirk ji axa Sûriyê kir.  Selwa Mihemed di destpêka daxuyanî de, got ev saleke li ser êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk li ser Efrîna ku bi hezaran koçber ji hemû herêmên pêkhateyên Sûriyê hembêz dikirin, derbas bûn.

Selwe destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan, Berxwedana Serdemê hate destpêkirin û di vê oxirê de gelek şehîd hatin dayîn û berxwedan heta niha li hemberî dagirkeriya Tirk dewam dike.

Selwa Mihemed di berdewama daxuyanî de wiha got: “Di van deman de, siyaseta Tirkiyê ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne ji bo avakirina herêmeke bi ewle û parastina sivîlan e, armaca xwe têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku yekitî di navbera hemû pêkhateyên siyasî û civakî de çêkir.”

Di dawiya daxuyaniyê de, yek ji rêveberên PYD`ê Selwa Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya dijminahî ya li dijî gelên herêmê dewam dike. Em ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî daxwaz dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku ji axa Sûriyê ya ku dagir kiriye, derkeve û li ser tawanên ku der heqê gelê Sûriyê de kiriye, hesab ji wan bixwaze. Her wiha hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin da ku dest bi danûstandinên Sûrî-Sûrî li ser axa Sûriyê bê destwerdanên derve, were kirin.”

(kc)

ANHA