PYD`ê ji bo wefata Tehsîn Bêk sersaxî ji civaka Êzidî re xwest

Hevserokatiya PYD`ê ji bo wefata yek ji nûnerên gelê Êzidî Tehsîn Bêk sersaxî ji civaka Êzidî re xwest.

PYD`ê ji bo wefata Tehsîn Bêk sersaxî ji civaka Êzidî re xwest
29 ÇILE, 2019   13:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya PYD`ê nameyeke sersaxiyê ji civaka Êzidiyan re ji bo wefata paşayê Êzidiyan li Kurdistanê û cîhanê Tehsîn Seîd Bêk xwest ku duh li bajarê Hannover ê Almanyayê ji ber nexweşiyekê çû ser dilovaniya xwe.

Nameya sersaxiyê wiha ye:

"Me xebera wefata paşe Tehsîn Seîd Bêk bi xemgîniyeke bihîst. Tehsîn Bêk nûnerê civakî yê civaka Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê û jiyana xwe di xizmeta civaka Êzidî re derbas kir.

Em wek PYD sersaxiyê ji malbata kesayetê dîrokî mîna Tehsîn Bêk û hemû civaka Êzidî û hemû gelê Kurd re dixwazin. Em hêvî dikin ku gelê me yê Êzidî vê boneya xemgîn bikin firsend da ku xwe bikin yek û cihê paşe Tehsîn Bêk terk nekin.”

ANHA