Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê didomin

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hejmarek welatî revandin û mal û milkên wan dizîn, li beramberan serbestberdana wan jî pereyan li wan ferz dikin.

Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê didomin
29 ÇILE, 2019   15:07

EFRÎN

Binpêkirinên leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê didomin. Hêzên dagirker hejmareke welatiyên din revandin û milkên wan talan kirin. Li gorî bîlançoya ji destpêka dagirkirina Efrînê 3 hezar sivîl ji aliyê hêzên dagirker ve hatine revandin.

Li gorî agahiyên nû hatin bidestxistin, komeke çete ku navê "Emşat" li xwe dike ji gundên Xelîl, Qermiltq û navenda navçeya Şiyê zêdeyî 36 kes kom kirine û ji bo ku wan nerevîne ji her kesekî hezarî dolarî dixwaze. Tê gotin ku şêniyên gund ji bo ku ji gundê xwe neyên derxistin berê 3 hezar dolar dane çeteyan.

Li aliyekî din jî çavkaniyekî diyar kir ku çeteyên "Emşart" welatiyê bi navê Mustefa Şêxo lêdan kirin piştî ku Şêxo kiryarên wan teşhîr kir. Her wiha welatiyên bi navê Îbrahîm Emîn Yûsif ê ji navçeya Şiyê jî revandin.

Çavkaniyekî din ji herêmê diyar kir ku hejmarek kesên ku li navçeya Mabatayê hatine bicihkirin li welatiyê bi navê Hisên Xelîl ê 85 salî û gefan kuştinê lê xwarin û 30 hezar lîreyên Sûrî jê dizîn.  Li gorî agahiyan ev cara sêyemîn  ku Hisên rastî lêdanê tê, ji ber daxwaza mala xwe ji çeteyan dike.

Çavkaniyekî din ji navçeya Racoyê diyar kir ku çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Selah Seydo û Mihemed Mustefa Seydo ên ji gundê Qota ya navçeya Bilbilê, Mihemed Ehmed Îbrahîm ê ji gunê Karo yê Racoyê û Dawûd Hisên Îbis ji gundê Kêla yê Racoyê dema ku bi hev re diçûn Racoyê li nêzî rawestgeha gundê Qasim revandin û wesayît û telefonên wan ên destan dizanî, her wiha 500 hezar lîreyên Sûrî ji wan standin.

Li aliyekî din jî hate diyarkirin ku çeteyên koma "Siqûr El-Şemal" li navenda bajarê Efrînê û navçeya Bilbilê kabilên telefonên eredî dizîn.

(jo)

ANHA