‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG û QSD`ê ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’
‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’
‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’
‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’
‘Şehîd sembola rakirina zilmê ne’
29 ÇILE, 2019   13:49

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên YPG`ê  Mihemed Hiso (Ziyad Hesekê), Hozan El-Yûsif (Ronî Gabar) û şervanên QSD`ê Mihemed El-Şêx (Esed) û Tewfîq Leylî (Şêrgo Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê hat lidarxistin.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Fatma Hesen axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got şehîd bi xwîna xwe xaka welatê xwe ya pîroz av didin. Fatma li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan da.

Berdevkê hêzên leşkerî Abdulezîz Ferman jî diyar kir ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî gel dike, hewl dide wan qir bike lê gel li ber xwe dide û şehîd jî efsaneyên dîrokî dinivîsin.

Hisên El-Elî bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku şehîd sembolên rakirina zilmê li ser gelan in.

El-Elî teqez kir ku tu kes nikare projeya demokratîk ku ji aliyê gelê herêmê ve hatiye avakirin têk bibe, ji ber gel li hember êrîşên dijminên ku dixwazin îrade û destkeftiyên wan têk bibin, bi yekdestî disekinin.

Paşê wesîqetên şehîdan ji aliyê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên her çar şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA