HPG’ê li Lîlîkanê 3 leşkerên dagirker kuştin

HPG'ê diyar kir, gerîllayên wan di 28'ê Çileyê li girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin û di encamp de 3 leşkerên artêşa dewleta Tirk dagirker hatin kuştin.

HPG’ê li Lîlîkanê 3 leşkerên dagirker kuştin
29 ÇILE, 2019   13:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 28'ê Çileyê saet 15:30'î li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirk a dagirker hatine xistin û di encamê de 3 leşker dagirker hatine kuştin.

Hate ragihandin, artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û topên hawanê bombe li herêmê barandiye.

Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî hatin dayin.

Hate gotin, "26'ê Çileyê saet 19:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kurojehro ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."

(bm)