Şêniyên Tebqayê: Em ê bersiva nameya Leyla Guven bidin

Şêniyên Tebqayê di roja 3’yemîn a konê greva birçîbûnê de bang li hemû jinên cîhanê bi hemû pêkhate, nasname û olan kir ku li pêşiya pergala faşîst a dewleta Tirk bisekinin û bersiva nameya Leyla Guven bidin.

Şêniyên Tebqayê: Em ê bersiva nameya Leyla Guven bidin
Şêniyên Tebqayê: Em ê bersiva nameya Leyla Guven bidin
Şêniyên Tebqayê: Em ê bersiva nameya Leyla Guven bidin
29 ÇILE, 2019   13:08

TEBQA

Şêniyên Tebqayê bi armanca destekdayîna Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û bi dirûşma "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" dest bi greva birçîbûnê kir. Şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê û 50 endamên Saziya Malbatên Şehîdan tev li greva birçîbûnê bûn, dê çalakî 6 rojan bidome. Îro çalakî kete roja xwe ya 3’yemîn.

Îro jî bi dehan jinên Tebqa û gundewarên wê tev li konê çalakiyê bûn. Piştî ku malbatên şehîdan pêşwaziya şandeya jinên Tebqayê û gundên wê kir, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û berxwedana jinan a li cîhanê û jinên herêmê û bi taybet sekna dîrokî ya Leyla Guven silav kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilkerîm El-Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji bo piştgiriya Leyla Guven em wek jin û rêveberiyên li herêma Tebqayê bi hemû pêkhateyên wê li vir in ji bo li kêleka berxwedana Leyla Guven bisekinin. Çalakî û helwestên me bi dawî nabin, em ê heta dawiyê kiryarên Tirkiyê û destdirêjiyên wê teşhîr bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê bi hemû pêkhate, nasname û olan dikin ku li pêşiya faşîst Erdogan bisekinin û bersiva nameya Leyla Guven bidin. Dengê xwe bilind bikin û dîktatoriyê red bikin."

Paşê bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê de Asya El-Xerbî daxuyaniyek xwend û wiha got: “Jinên Tebqayê banga piştgiriya Leyla Guven erê kiriye.”

Her wiha belgefîlma li ser berxwedana têkoşer Leyla Guven a di zindanên dewleta Tirk de hate pêşandan.

(jo/bm)

ANHA