Jinên koçber gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên koçber ên li kampa rojhilatê Minbicê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Jinên koçber gefên dewleta Tirk şermezar kirin
29 ÇILE, 2019   12:55

MINBIC

Jinên kampa rojhilatê Minbicê ya li gundê Resem El-Exder gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê koçbera bi navê Hîlal El-Elî El-Îbrahîm ve ya ji bajarokê El-Meskene yê Minbicê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê jin û zarokên kampan em gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatê me şermezar dikin. Armanca dagirkeran ew e ku tevliheviyê derxin û şerekî nû li dar bixin. Ji ber şer em neçar man ji malên xwe derkevin. Me gelek zor û zehmetî dîtin û me xwe di kampan de bi cih kir. Em di welatê xwe de xerîb bûne.

Jin bûn qurbaniyên vî şerî. Lê em tu carî teslîm nabin û zehmetiyên ku rastî me hatine, em ê ji nifşên pêşerojê re bibêjin.

Em bi navê hemû jinan dibêjin ku em tu carî teslîm nabin. Em ê her tim hewl bidin da ku em zilmê bi dawî bikin, li malên xwe vegerin û bi aramî û aştî bijîn.

Em dibêjin na ji şer re, na ji hilweşandinê re û na ji gefên dewleta Tirk re ku dixwaze şerekî nû li dar bixe. Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya welatê me tevlihev bike. Em ji hemû aliyên mirovî dixwazin ku şer bisekinînin. Bihêlin em bi aştî bijîn."

(bx)

ANHA