Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven

Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê ya Hesekê û Tirbespiyê ya Qamişlo bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven, meş li dar xistin.

Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
Şêniyên Dirbêsiyê û Tirbespiyê piştgirî da Leyla Guven
29 ÇILE, 2019   12:32

QAMIŞLO - HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD`ê Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 83`yan de didome.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven meşek li dar xist.

Meş ji ber navenda Kongreya Star a bajêr dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Kongreya Star hatin hildan. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyên zindanan, silavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan hatin berzkirin.

Meş li Qada Azadî veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberê PYD`ê Fesîh Hisên, endama Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Asiya Cuma axivîn.

‘Heta tecrîd berdewam be azadî kêm e’

Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dijîn, lê heta ku tecrîdkirina Ocalan berdewam be, azadiya wan kêm e.

Her wiha hat destnîşankirin ku çalakiyên wan û berxwedana zindanan heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê berdewam bikin.

Axaftvanan diyar kir ku îradeya jinên azad dê hemû sîstemên faşîzma Tirkiyê ku siyasetên binpêkirinên li dijî gelan dimeşîne, bişikînin.

Mitîng bi dirûşmên rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana girtîgehan bi dawî bû.

Her wiha bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meşê ji ber Mala Gel a navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Çalakî dê berdewam bikin

Meş li Qada Şehîdan veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî û diyar kir ku tevî ku Leyla Guven serbest hatiye berdan lê ew çalakiya xwe didomîne. Ebîr destnîşan kir ku jinên navçeya Dirbêsiyê soz didin Ocalan û hemû girtiyên di zindanên faşîzma Tirkiyê de ku ew ê çalakiya xwe heta azadiya Ocalan berdewam bikin.

Ebîr bang li civaka navdewletî kir ku helwestên xwe der barê binpêkirinên dewleta Tirk de li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û binêkirinên derexlaqî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bikin û li dijî binpêkirinan bisekinînin.

Mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA