Meclisa Rêveber 5`emîn salvegera Rêveberiya Xweser a Efrînê pîroz kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5’êmîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê li gelê wê pîroz kir û diyar kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Meclisa Rêveber 5`emîn salvegera Rêveberiya Xweser a Efrînê pîroz kir
29 ÇILE, 2019   11:23

GIRÊ SPÎ

Îro 5’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ye. Beriya ku Efrîn were dagirkirin nêzî 500 hezar koçber pêşwazî kiribûn. Niha jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

Bi vê boneyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyameke pîrozbahiyê ji şêniyên Efrînê re şand û tê de wiha got:

“Bi boneya 5’emîn salvegera demezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê em gelê Efrînê pîroz dikin û bi taybet rêveberiya wê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî pîroz dikin.

Efrîn berxwedêr e, Efrînê zêdetirî 500 hezar koçberên ji Sûriyê hembêz dikirin, Efrînê zêdetirî 58 rojan li hember tank, top û balafirên artêşa Tirk li ber xwe da. Efrîn, dê bi berxwedan û têkoşînê vegere hembêza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(jo/bm)

ANHA