Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina navendeke çand û hunerê dike.

 Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê
 Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê
 Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê
 Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê
 Li Reqayê amadekariya vekirina navenda çand û hunerê
29 ÇILE, 2019   09:57

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê amadekariya vekirina navendeke çand û hunerê dike. Hate zanîn ji ber gelek kes dixwazin xebatên çandî bikin, komîteyê jî ji bo pêşxitina xebatên çandî biryara vekirina navendê da ye. Ji niha ve hinek şêwekaran dest bi xêzkirina lewheyan kiriye.

Rêveberê Navenda Çand û Hunerê yê Reqayê Ziyad Mihemed wiha got: “Em bi hemû derfetên xwe ji bo vekirina navendeke çand û hunerê kar dikin. Ji bo vekirina navendê kar û barên sererastkirinê berdewam in. Hinek komên reqs û stranan di çalakiyên li Reqayê de xwe îspat kir. Her wiha komekê dest bi şêwekariyê kiriye. Dê navend di rojên pêş de bê vekirin.”

Ziyad Mihemed bang li tevahî rewşenbîr, wêjevan û şêwekaran kir da ku vegerin bajarê xwe û piştgiriya pêşdeçûna çanda xwe bikin û çanda Reqayê ya çeteyên DAIŞ`ê hewl dida tune bike, vegerînin.

(dh/bm)

ANHA