Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir

Buroya Jinan a Şaredariya Şêmeqsûdê li ser projeyeke biçûk a 500 hewdên çandiniyê kar dike, ji bo meştelên darên xemilandinê, meştelên şînkahiyê û cihên giştî yên wekî parkên taxê bixemilîne.

Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
Jinan li Şêxmeqsûdê dest bi projeyeke hawirdorê kir
29 ÇILE, 2019   10:18

ROZANA DADO / HELEB

Buroya Jinan a Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo avakirina projeya meştelên çandiniyê dest bi kar kir.

Proje 500 hewdên ji bo hemû cureyên şînkahiyê û daran wekî yasemîn, cûrî, sebar, iklîl cebel, zeytûn, lîmon, pelên dara xarê û hwd, amade dike.

Endamên Buroya Rêxistina Jinan a Şaredariyê du ji hefte ye ji bo di çandiniyê bi rêya komên 6 kesî bixebitin, ji  ber ku di vê dema salê de şitil avdanê pir naxwazin.

Li ser armanc û çawaniya karê meştela çandiniyê endama Buroya Jinan Recaa Horo destnîşan kir ku wan yekemîn proje dest pê kir û wiha got: "Armanca me ji vê projeyê vegera girêdana di navbera jin û çandiniyê de ye û pêwîstiya taxê bi çandina daran li cihên giştî heye, bi taybet piştî şerê di ser taxa Şêxmeqsûd de hat.”        

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd plan dike ku parka El-Îstîqamê ya li taxa Eşrefiyê sererast bike, projeya meştela çandiniyê roleke mezin di zêdekirina parkan de bi tevahî cureyên daran û şînkahiyê xemilandinê dilîze.

(dh)

ANHA