Li Yemenê teqîn, 7 kes mirin û 20 kes birîndar bûn

Li yemenê li sûka bajêr El-Mexa El-Sahiliyê ku di bin kontrola hikumeta Yemenê de teqînek pêk hat. Di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.  

Li Yemenê teqîn, 7 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
29 ÇILE, 2019   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê di hikumeta Yemenê ji ajansa Franse Press re ragihand ku mayîneke ku li ser motoskilêtekê li navenda sûka gelêrî li El-Maxa hatibû danîn, teqiya. Di encamp de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê ragihandinê yê hikumeta Yemenê Memer El-Êryanî destnîşan kir ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de, kamîrevanê ekrana Ebo Dabî Ziyad El-Şerebî jî heye û heman demê de nûçegihanek jî birîndar bûye.

Bajarê El-Maxa destpêka êrîşê ber bi bajarê El-Hudeyde 150 km dikeve bakurê bajêr û hêzên hikumeta ku desteka xwe ji Koalisyona Erebî bi serkêşiya Sûdiyê ev meheke hewl didin vegerîn in.

 (jo/bm)