Mîrê Êzidiyan Tehsîn Bêk jiyana xwe ji dest da

Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê Tehsîn Bêk (86) îro li bajarê Hannover ê Almanyayê di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.

Mîrê Êzidiyan Tehsîn Bêk jiyana xwe ji dest da
28 ÇILE, 2019   09:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên sibê de li bajarê Hannover ê Almanyayê mîrê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê mîr Tehsîn Bêk di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.

Mîr Tehsîn Bêk navê wî yê rast Tehsîn Elî Bêk e. 15`ê Tebaxa 1933`yan li gundê Badera yê girêdayî Qezaya Şêxan ji dayik bûye. Piştî salan ku bavê wî Seîd Elî Bêk sala 1944`an jiyana xwe ji dest da, ji aliyê dapîra xwe Miyan Xatûn ve hate hilbijartin û wek mîrê Êzidiyan hate erkdarkirin.

(bx)

ANHA