Rêyên Reqet El-Semra tên sererastkirin

Şaredariya Gel a El-Himêrat bi hevkariya Meclisa sivil a Reqayê hewl dide rêyan û peyarêyan li bajarokê Reqet El-Semra bi dirêjahiya 4 km sererast bike.

Rêyên Reqet El-Semra tên sererastkirin
Rêyên Reqet El-Semra tên sererastkirin
Rêyên Reqet El-Semra tên sererastkirin
28 ÇILE, 2019   10:56

REQA

Ji bo vegerandina xuyanga xweşik a bajarokê Reqet El-Sumra, Şaredariya Gel a El-Himêrat ya Reqayê hewl dide navîna rêya giştî ya Reqa-Dêrazorê û peyarêyan sererast bike. Ev rê ji girîngtirîn rêyên bajarok tê hesibandin.

Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel navîna rêyê bi madeya çîmento amade dike da ku piştre boyax bike û darên xemilandinê lê biçîne.

Têkildarî mijarê endamekî Şaredariya Gel a El-Himêrat wiha got: "Em hewl didin tevahiya peyarêyan û navînên rêyan sererast bikin. Destpêkê em peyarêyên ku di encama şer de zirar dîtine sererast dikin. Piştre bi axa baş tijî dikin da ku darên xemilandinê lê biçînin."

Ji destpêka rizgarkirina herêmên ku nû rizgar bûne wek Dêrazor, Tebqa û Reqayê şaredariyên wan herêman ruxmî derfetên kêm hewl didin tevahiya rêyan, peyarêyan, cihên giştî û binesaziyê sererast bikin da ku bedewiya herêman vegerînin.

(şx)

ANHA