Dilê wê bi giyanê berxwedanê lê da heta ku bajarê wê rizgar bû

Jinên Kobanê roleke pêşeng di berxwedana şervanên YPJ`ê de li dijî êrîşên çeteyan li ser bajarê Kobanê lîst. Jinên Kobanê bi gelek şêwazan ji leşkerî, xedemî û tenduristî tev li parastina xaka Kobanê bûne.

Dilê wê bi giyanê berxwedanê lê da heta ku bajarê wê rizgar bû
28 ÇILE, 2019   09:41

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Jinên Kobanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê di 15`ê Îlona 2014`an de sekinînin û berxwedaneke destanî nîşan dan ku mîna wê di serdema nûjen de tune ye. Berxwedana ku 134 rojan dom kiriye, bi serkeftin û şikandina zîhniyeta mêrdestiyê di 26`ê Çileya 2015`an de bi dawî bû.

Her serkeftinekê berdêla xwe heye. Berdêla parastina xaka Kobanê giran bû. Tevahiya gel bi taybet jinan fedeakarî kir û teslîmkarî qebûl nekir. Jê Arîn Mîrkan, Destîna û Rîvana. Ew jin ji tevahiya cîhanê re bûn sembol û mînak. Her wiha asta vîn û israra jinan diyar kir.

Derketina ji bajêr red kir û li rex şervanan li ber xwe da

Yek ji çîrokên wan jinan dayika Hêva Hiso ye. Hêva Hiso ji bajarê Kobanê ye, 43 salî ye û dayika 8 zarokan e. Ji destpêka damezirandina Hêzên Asayîşê ve tev li hêzê dibe. Dema çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşî Kobanê dikin, Hêva ji hevserê xwe dixwaze ku tevî zarokan ji bajêr derkeve lê ew di mayina li rex şervanan li bajêr de bi israr bû.

Hêva Hiso di mala birîndaran de kar dike û çavdêriya birîndaran ji aliyê xedemî û tenduristî ve dike û pêwîstiya wan peyda dike. Wê demê çeteyan mala birîndaran dikir hedef, ji ber wê ew neçar man ji taxa El-Cemarêk derkevin.

Girêdayî desteka Tirkiyê wê demê bi çeteyan re Hêva Hiso wiha got: "Dewleta Tirk ji bo rakirina cenazeyên çeteyan û birîndarên wan ambulans bi rê dikirin."

Hêva Hiso desteka Tirkiyê ya ji bo DAIŞ`ê şermezar kir û got: "Piştî berxwedana şervanan li rex şêniyan, Tirkiyê sekvanên xwe li ser dirêjahiya sînorên wê bi Kobanê re danîn da ku me hedef bigirin."

Tevî wê jî dewleta Tirk bi armanca ku şêniyan bide teslîmkirin, madeyên xwarinê li ser şervan û şêniyan ên ku bi rêya deriyê Mirşidpinar derbasî Kobanê dibûn, qut kirin û wiha pê de çû: "Heya çend rojan bê xwarin me li ber xwe da. Dewleta Tirk a dagirker rêyên derbasbûna xwarinan li ser me qut kir, lê me li ber xwe da û em teslîm nebûn."

Şehadet pejirand û heta rizgarkirina Kobanê li ber xwe da

Dayika Hêva Hiso destnîşan kir ku şervan û şêniyan hewl dida wê bişînin rex zarokên wê, lê dayikê qebûl nedikir û heta dawiyê li ber xwe daye.

Dayika Hêva diyar kir ku wê demê eger kesek şehîd biketa, giyanê berxwedanê yê şênî û şervanan bilind dibû. Şervanan destanên lehengiyê nivîsandin mîna Arîn Mîrkan, Rîvana, Destîna û şervanên din.

Hêva wiha dewam kir: "Piştî du mehan ji berxwedanê, wê demê min çavdêriya mala birîndaran dikir, şervanên ku birîndar dibûn, mayina li malê red dikirin û bi çûyîna eniyan bi israr bûn."

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê û girê Miştenûrê ji çeteyên DAIŞ`ê dayika Hêva dîsa vedigere nav refên Hêzên Asayîşê da ku ewlehiya şêniyan biparêze û berxwedana xwe bidomîne.

Di dawiyê de Hêva Hiso wiha got: "Em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin û em dest ji deskeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bernadin."

(şx)

ANHA